Vê carê jî dagirkeran bac li sivîlên Efrînê ferz kir!

Piştî dizîn, talankirin û wêrankirinê, vê carê jî dagirkerên Efrînê bê sedem bacê ji şêniyan distînin. Çeteyên Tirkiyê 100 hezar lîreyên Sûriyê ji her malbatekê distînin.

Vê carê jî dagirkeran bac li sivîlên Efrînê ferz kir!
4 sibat, 2019   13:57

EFRÎN

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir, bi hezaran şênî revandin, qetil kirin, mal û milkên şêniyan dizîn û talan kirin. Hinek şêniyên ku revandin jî beramberî fidyeyê serbest berdan. Çeteyên dewleta Tirk vê carê jî bê sedem dest bi komkirina bacê kir.

Der barê mijarê de çavkaniyên ji navçeya Şiyê ya girêdayî kantona Efrînê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku koma çeteyan a bi navê Silêman Şah ku bi navê ‘El-Emşat’ tê zanîn a girêdayî artêşa Tirk a dagirker, beriya çend rojan ji her malbateke ji Efrînê 100 hezar lîreyên Sûriyê standiye.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên li navçeyê kesên ku pereyan nadin wan, direvînin û got heta niha zêdetirî 10 malbatên navçeyê revandine û çarenûsa wan ne diyar e.

(jo/bm)

ANHA