Mihemed Ebas: Ji bo berjewendiyên Kurd yekrêzî pêwîst e

Sekreterê Giştî yê Kombûna Neteweyî ya Kurdistanê Mihemed Ebas destnîşan kir ku ew însiyatîfa KNK-Rojava ji bo yekrêziya refa Kurd gavek erênî û rast dibînin. Her wiha diyar kir ku ji bo berjewendiyên Kurd ên bilind yekrêzî pêwîst e.

Mihemed Ebas: Ji bo berjewendiyên Kurd yekrêzî pêwîst e
4 sibat, 2019   05:20

SEYDO ÎBO-EHMED EL-KIMYAN / GIRÊ SPÎ

Sekreterê Giştî yê Kombûna Neteweyî ya Kurdistanê Mihemed Ebas li ser însyatîfa KNK- Rojava ya bi armanca yekrêziya gelê Kurd ji ajansa me ANHA‘yê re axivî.

Ebas di destpêka axaftina xwe de got: "Nêrîna me ya der barê însyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de  ji bo rêkrêziya refa Kurd gaveke erênî û dirust e. Ji ber ku herêm, bi taybet gelê Kurd pêvajoyek gelek zehmet derbas dikin. Dijminên herêmê pir in di serî de terorîst Recep Tayyîp Erdogan ê ku rê li pêşiya çeteyên DAIŞ`ê vekir da ku êrîşî herêmê bikin."

Ebas di nava axaftina xwe de anî ziman ku beriya ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava wan bi rêya vê însyatîfê banga yekrêziya Kurdî kiriye da ku hemberî hesasiyta merheleyê bisekinin û wiha domand: " Mixabin beşek rêxistin û partiyên Kurd ji însyatîfê re nebûn bersiv, bi taybet Encumena Niştîmanî ya Kurd û Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd."

Mihemed Ebas bal kişand ku têkliyên domdar ên endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi partiyên Kurd re bi armanca birêxistinkirina mala Kurd û yekbûna xîtabê.

Di berdewama gotinên xwe de Mihemed Ebas destnîşan kir ku li gel gefên Tirkiyê yên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina herêmê mîna Efrînê, ji bo berjewendiyên Kurd ên bilind yekrêziya refa Kurd pêwîst e û wiha pê de çû: "Di nêrîna min de, yê ku ji însyatîfê re nabe bersiv gelo karê wî çi ye û çi dike? Me barên wan sivik kir gelo çima wisa dikin?"

Têkildarî redkirina hindek partiyan însyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê- Rojava, Mihemed Ebas diyar kir ku hindek partî ji ber girêdana wan bi hindek aliyên Kurdistanê ve însyatîfê red dikin û ev tişt anî ziman: " Encûmena Niştîmanî ya Kurd bi Partiya Demokratîk a Kurdistanê ve girêdayî ye. Eger PDK`ê yekrêziya refa Kurd dixwaze dê bang li encûmanê bikira da ku tev li Rêveberiya Xweser bibe."

Mihemed Ebas di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku wan gelek caran bi rêya dazgehên çapemeniyê bang li serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê û berpirsên buroya wî ya siyasî kirine ku li hember yekrêziya refa Kurd nebe asteng.

(şx)

ANHA