ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-02-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-02-2019
4 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê û hêzên leşkerî sersaxiyê ji malbata şervanê QSD‘ê Macid Yasin Îbarahîm re ê Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû dixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Greva birçîbûnê ya ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Teqbayê ve bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pişgtiriya Leyla Guven û 230 berxwedêrên girtîgehên dewleta Tirk didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Greva birçîbûnê ya şêniyên navçeya Til Temirê ya bi armanca piştgiriya parlamaneta Kurd Leyla Guven di roja sêyemîn de bi daxuyaniyekê bi dawî dibe, 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Sirînê ya kantona Kobanê kongreya xwe li avahiyê meclisa navçeyê li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên girêdayî wê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna ji bo çalakiya Leyla Guven meşekê li dar dixe, meş ji qada azadiyê dest pê dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşmeya "Ber bi civakeke azad û Sûriyeke demokratîk hevgirtî" Buroya Têkiliyên Giştî ya TEV-DEM‘ê bi beşdarbûna hejmarek rewşenbîr û siyasetmedar civînekê li Hola Beylesan a navçeya Amûdê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beriya salekê, ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Komîteya Perwerdeya Civaka Dmokratîk dibistanên kantonê betal kiriye. Piştî ku şênî neçar man ji warên xwe derkevin û berê xwe dan Şehbayê, komîteyê xwe ji nû ve birêxistin kir, ruxmî mercên dijwar xwendekar vegerand daniştokên xwendinê. Gelo destkeftiyên ku di dirêjahiya salekê de ji koçberiyê hatine bi destxistin çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmara koçberên ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne gihaşt derdora milyonekê. Rêjeya alîkariyên ku rêxistinên mirovî pêşkêş dikin ji sedî 17 derbas nake. Li gel vê jî bi operasyonên rizgarkirinê yên QSD`ê re pêla koçberiyê zêde dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekreterê Giştî yê Kombûna Neteweyî ya Kurdistanê Mihemed Ebas destnîşan kir ku ew însiyatîfa KNK-Rojava ji bo yekrêziya refa Kurd gavek erênî û rast dibînin. Her wiha diyar kir ku ji bo berjewendiyên Kurd ên bilind yekrêzî pêwîst e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê berê yê Parlamentera Herêma Kurdistanê Ednan El-Miftî got, li gel pêşdeçûnên nû yên herêmê rû didin pêkanîna rêkeftina Edene ne mumkin e. Her wiha bal kişand ku pêwîst rewşa nû ya Kurdî were qebûlkirin û neyê paşguhkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Endama Tîma Jinên Aştiyê yên Sûriyê şaxê Helebê berxwedana Leyla Guven silav kir û teqez kir ku ji bo têkbirina planên Tirkiyê û parastina yekîtiya xaka Sûriyê divê xebat were meşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dema serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bajarê Helebê gelek şênî pê re rûniştin. Jina bi navê Zelûx Ebdo di salên 90‘î de li gel Ocalan rûniştiye, gotin û fikrên wî di birêxistinkirina jinan de ji xwe re bingeh digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekîtiya Rewşenbîran di roja duyemîn ango ya dawî de sê fîlm girêdayî Berxwedana Serdemê û binpêkirinên dagirkeran li Hola Yasîn Yasîn li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê kesênd di Mîhrecana Jenyariya Tekana ya Rojava de bi ser ketine, merasîmê xelat dikin. Xelatdayîn li Navenda Çand û Hunerê lidar dikeve, 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Avdanê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Tîma Efrînerên Pêşerojê xebatên sererastkirina pergala avdanê ya gundê El-Esediye ya ku 10 hezar hiktar zevî ava dide, didomîne. Li gorî çavdêrên projeyê, di çend rojan de dê proje bi dawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Buroya Xebitandinê ya Minbicê li Bakurê Sûriyê hewl dide kar ji şêniyan re peyda bikin. Hejmara zêde ji şêniyan daxwaznameyên kar li gel buroyê tomar dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê li gorî plansaziya 2018`an, pêdiviyên cotkaran peyda kir û qadên çandiniyê heya hezar hiktarî fireh kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA