Li ser Berxwedana Serdemê fîlm hatin pêşandan

Komîna Fîlm a Rojava ya Sînamageriyê li ser êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê û Berxwedana Serdemê rêzefîlm pêşandan.

Li ser Berxwedana Serdemê fîlm hatin pêşandan
3 sibat, 2019   19:20

EFRÎN

Komîna Fîlm  Rojava ya Sînamageriyê "Avrîn" ji bo şêniyên gundê Ziyara yê navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê 5 fîlm li ser binpêkirinên dagairkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê û Berxwedana Serdemê ya li hemberî êrîşan pêşkêş kirin.

Fîlmê yekemîn bi navê "Çirûsk" e. Fîlm balê dikşîne ser binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê û hêviya gel a vegerê.

Fîlmê duyemîn "Zeytûna Sor" e. Li gorî navaroka fîlm, ji ber komkujiyên dagirkeran li Efrînê rengê zeytûn ji kesk veguherî sor.

Afrînerên hêviyê navê fîlmê sêyemîn e ku hate pêşandan. Fîlm cîroka rojnamevanekî dike ku çalakiyên li Efrînê meş, merasîmên şehîdan û mîhrecan dişopan û ji ber şer, wêrankirin, komkujî û talankirin dişopand.

Her wiha fîlmê "Çavên rêwî" behsa derketina şêniyên Efrînê ji warê xwe û hin kesên ku dilê zarokan xweş dike.

Fîlmê "Aras" ji amadekirina Ajansa Rûmaf e. Fîlm balê dikişîne ser binpêkirinê, komkujî ku hêzên dagirkir li Efrînê pêk tînin.

Piştî nîşandana fîlm, diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê hatin berzkirin.

Fîlm dê li gund û navçeyên Şehbayê werin pêşandan.

ANHA