Meclisa Rêveber civîna mehane lidar xist

Meclisa Rêveber xebatên deste û buroyên Rêveberiya Xweser ên mehekê nirxandin û plansaziya demê pêş danî.

Meclisa Rêveber civîna mehane lidar xist
3 sibat, 2019   18:57

GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya mehane li gel deste û buroyên rêveberiyê re lidar xist.

Civîn li avahiya Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya navçeya Eyn Îsayê, bi beşdarbûna Hevserokên Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebd Hamid El-Mihbaş û cîgirên wan û hevserokên deste û buroyên rêveberiyê hate lidarxistin.

 Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê beşdaran rewşa siyasî nirxandin.

Beşdaran li ser biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê anîn ziman ku biryara vekişandinê di berdewana şerê li dijî DAIŞ‘ê dê bandoreke neyinî li ser pêvajoya siyasî bike, her wiha mijara çeteyên DAIŞ‘ê yên li gel QSD‘ê dê valahiyeke çêbike û dê dibe ku bandoreke nebaş li ser tevahî cîhanê bike.

Beşdaran teqez kirin ku Rêveberiya Xweser dikarî li hemberî hemû hewldanên derxistina tevliheviyê aştiya navxweyî bipaêrze û hate gotin, "Ev parastin berhemên xeta sêyemîn a projeya Neteweya Demokratîk e."

Piştre beşdaran bend û biryarên ku Meclisa Serokatî ya MSD‘ê duh girtibû destnîşan kirin û teqez kirin ku danûstandinên Sûrî Sûrî çareya herî guncaw ji aloziya Sûriyeyê re.

Deste û buroyên Rêveberiya Xweser rapora xebatên xwe yên meha derbasbûyî û astengiyên ku li pêş derketine nrixandin.

Li gor raporan ji pirsigrêkên ku derketine, belavbûna nexweşiya Laşmaniya li Reqa, Tebqa û Dêrazorê. Li ser vê yekê Desteya Tenduristiyê hate erekedarkirin ku bi komîteyan re bikeve nava peywandan da ku pirsgirêkê çareser bike û derman pêşkêş bike.

Di civînê de rewşa perwerdeyê li dibistanên herêmên Rêveberiya Xweser û mekanîzmeya pêşxistinê hate nîqaşkirin.

ANHA