Çalakger Hacer Yûsif: Li dora çalakgerên greva birçîbûnê bibin xelek

Girtiya azadiyê, Hacer Xelîl Yûsif a ku ev 50 rojin li girtîgeha Gebze di greva birçîbûnê de ye peyamek ji gelê Kurdistanê re şand. Hacer got, "Em bi biryar û xwedî îrade ne, ku heta girtina encamekê çalakiya xwe bidomînin."

Çalakger Hacer Yûsif: Li dora çalakgerên greva birçîbûnê bibin xelek
3 sibat, 2019   18:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Hevseroka KCD‘ê Leyla Guven 8‘ê Mijdara 2018‘an dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, girtiyên azadiyê jî kom bi kom biryara beşdariya berxwedanê dan.

16‘ê Kanûnê koma pêşî ya ji 35 girtiyên di girtîgeha Gebze dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Çalakgera greva birçîbûnê  Hacer Xelîl Yûsif herî dawî di roja 49‘an a çalakiya xwe de duh bi malbata xwe re axivî. Hacer bi peyamek bi deng li ser navê girtiyên azadiyê da tevahiya Kurdistaniyan.

Hacer Xelîl Yûsif a ji Efrînê, pêşî silav li tevahiya Efrîniyan kir got "Bêyî azadiya Serokatiyê, ti azadî maneya xwe nine. Em bi biryar û xwedî îrade ne, ku heta girtina encamekê çalakiya xwe bidomînin."

Hacer careke din biryardariya dewamkirin û biserxistina berxwedana li dijî tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan anî ziman û bang li Kurdistaniyên Başûr û Rojava kir, ku bi çalakiyên xurt li dora çalakgerên greva birçîbûnê bibin xelek.

Her wiha  bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir û rola wî ya dîrokî destnîşan kir û axaftina xwe wiha, bi nîşandana dilsoziya bi Ocalan re bi dawî kir û got: "Em ê bi serkevin, em ê bi serkevin."