‘Êdî destên dijmin berdin û bibin yek’

Hevserokê Partiya Yekitiya Niştîmanî ya Azad Bêcan Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk naxwaze yekitiya gelê Kurd bê avakirin û wiha got: “Mixabin hin partiyên Kurd bi dewleta Tirk re tev digerin û li dijî yekitiya Kurd in. Em bang li wan partiyan dikin ku êdî ji wê rêya şaş vegerin.”

‘Êdî destên dijmin berdin û bibin yek’
3 sibat, 2019   14:30

QAMIŞLO

Bi Însiyatîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya şaxê Rojava bi armanca avakirina yekitiya niştimanî ya kurdî û pêşîgirtina li xetereyên li ser Kurdan, komîteyek ji 6 kesan hat avakirin.

Komîte, ji endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê Şêx Sînan Ehmed, serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Dilawer Zingî, endamên Desteya Rêveber a Kongreyê Ebdulkerîm Umer û Derya Remedan, Taz Paşa, mamosteyê Zanîngeha Rojava Silêman Ilyas pêk tê. Erka komîteyê ew e ku bi partiyên siyasî yên kurdî re bikeve nava têkiliyan.

Îro Taza Paşa, Şêx Sînan Ehmed û Dilawer Zingî serdana Partiya Yekitiya Niştîmanî ya Azad û Partiya Têkoşîna Demokrat kir.

Komîteyê destpêkê serdana navenda Partiya Yekitiya Niştîmanî ya Azad kir. Komîte ji aliyê hevserokê partiyê Bêcan Îbrahîm û endamên partiyê Hesen Îbrahîm, Zekî Bekendî, Rojîn Hesen û Cîhan Suphî Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Civîn ji ragihandinê re girtî pêk hat.

‘Dem dema destgirtinê ye’

Piştî ku civîn bi dawî bû, hevserokê Partiya Yekitiya Niştîmanî ya Azad Bêcan Îbrahîm ji ajansa me re axivî. Bêcan Îbrahîm diyar kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriya banga komîteya KNK-Rojava bikin û wiha got: “Banga KNK’ê xwesteka gelê Kurd e. Em ê bi yekitiya xwe destkeftiyên xwe biparêzin. Dem dema destgirtinê ye, êdî ev perçebûn bila bi dawî bibe. Ev partî anku kesên ku niha bi dijmin re rûdinên û destê dijmin digirin, nayê qebûlkirin. Ev nêzîkatî li dijî kurdayetiyê ye. Bila ji wê rêya şaş vegerin.  Ev partî li ser berjewendiyên xwe tev digerin. Dewletên wekî Tirkiyê naxwazin yekitiya gelê Kurd bê avakirin. Mixabin hin partiyên Kurd bi dewleta Tirk re tev digerin û li dijî yekitiyê ne.  Banga me êdî destên dijmin berdin û piştgiriya yekitiyê bikin, dem dema yekitiyê ye.”

Partiyê ji bo pîrozkirina gava girîng ya komîteya KNK-Rojava, xelatek diyarî komîteyê kir.

Komîteya KNK-Rojava serdana Partiya Têkoşîna Demokrat jî kir û ji aliyê hevserokê partiyê Sûûd Yusif Mecdel û endamên partiyê Sêna Ednanî Yusif û Xûnav Meda ve hat pêşwazîkirin.

Civîn ji dezgehên ragihandinê re girtî pêk hat.

‘KNK ji bo yekitiya gelê Kurd tevdigere’

Hevserokê Partiya Têkoşîna Demokrat jî wiha got: “Em jî piştgiriyê didin komîteyê. Pêwîst e hemû partiyên siyasî bi vê gavê re bin. Ev derfeteke gelekî mezin e. Hincetan deynin aliyekî. Her tim em dibejin yekitî êdî bila pratîk jî pêk were. Hin bi hincetan dibejin em ê bi PYD’ê re rûnin bi KNK’ê re rûnanin. Ev hincet in. KNK ji bo yekitiya gelê Kurd tev digere.”

(mk-br/bm)

ANHA