‘Em ê nifşên nû hînî jiyana azad û birûmet bikin

Welatiyên Minbicê yên ku cenazeyê şehîd Raxib El-Hesen oxir kir, diyar kir ku êrîşên dijminan vîna wan naşikînin û soza bilindkirina têkoşînê dan.

‘Em ê nifşên nû hînî jiyana azad û birûmet bikin
‘Em ê nifşên nû hînî jiyana azad û birûmet bikin
‘Em ê nifşên nû hînî jiyana azad û birûmet bikin
‘Em ê nifşên nû hînî jiyana azad û birûmet bikin
‘Em ê nifşên nû hînî jiyana azad û birûmet bikin
‘Em ê nifşên nû hînî jiyana azad û birûmet bikin
‘Em ê nifşên nû hînî jiyana azad û birûmet bikin
‘Em ê nifşên nû hînî jiyana azad û birûmet bikin
3 sibat, 2019   14:25

MINBIC

Bi sedan welatiyên Minbicê îro cenazeyê şehîd Raxib El-Hesen ku di encama teqînekê de li dijî erebeyeke mamosteyan duh li bajarê Minbicê şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Minbicê hate oxirkirin.

Welatiyan cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Firatê wergirt û bi karwanekî erebeyan ber bi goristanê ve çûn.

Merasîma oxirkirinê bi merasîmeke leşkerî dest pê kir. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma El-Debaa axivî û êrîşa terorê ya li dijî mamosteyan şermezar kir.

Endamê Dîwana Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Cuma El-Heyder di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest, soza bilindkirina têkoşîna jiyana aram, azad û rûmetê nû kir. El-Heyder her wiha bang li welatiyan kir ku li dijî hemû awayên êrîşan yekitiya xwe bi hêz bikin.

Bi navê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Desteyê Receb El-Mişrif axivî û diyar kir ku gelên herêmê li dijî terorê şer kir û teror têk bir, her wiha welatiyên herêmê di nava biratî û jiyana hevbeş de dijîn, lewma ev tişt li xweşiya hin aliyan û bi taybet jî li xweşiya Tirkiyê naçe.

El-Mişrif teqez kir ku ew ê ji bo serkeftina projeya biratiya gelan bedelan bidin ta ku aramiya herêmê biçespînin.

Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Sivîl a Minbicê Celîla Seîd jî da zanîn ku êrîşên li dijî mamosteyan dê vîna wan neşikînin, berovajî wê dê hemû mamoste bi vîn û hêzeke mezin têkoşîna xwe bilind bikin.

Seîd axaftina xwe wiha dewam kir: "Em ê nifşên nû hînî jiyana azad û birûmet bikin.”

Piştî axaftinan, wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Paşê, cenazeyê şehîd Raxib El-Hesen hate veşartin.

(kn)

ANHA