Hêzên Ewlekariya Hundirîn serdana çalakgerên greva biçîbûnê ya li Tebqayê kirin

Şandeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Tebqayê îro çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê ku kete roja xwe ya 8`mîn, rêveber û endamên hêzên ewleyên piştgiriya xwe ji bo têkoşer Leyla Guven nîşan dan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn serdana çalakgerên greva biçîbûnê ya li Tebqayê kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn serdana çalakgerên greva biçîbûnê ya li Tebqayê kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn serdana çalakgerên greva biçîbûnê ya li Tebqayê kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn serdana çalakgerên greva biçîbûnê ya li Tebqayê kirin
3 sibat, 2019   14:26

TEBQA

Greva birçîbûnê ya şêniyên herêma Tebqayê ku bi pêşengtiya Meclisa Mablatên Şehîdan bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya prlamantera HDP û Hevseroka KCD‘ê Leyla Guven ku ev 88 roj in di greve biçîbûnê ye, di roja 8‘an de berdewam dike.

 Îro rêveber û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Tebqayê çûn serdana çalavanan.

Hevserokê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mezlûm Umer li cihê çalakiyê axivî û têkoşîna Leyla Guven silav kir.

Umer da zanîn ku têkoşîna Leyla Guven viyana gelan a ji bo azadî û rumetê nîşan dide ``Me berhemên têkoşîna têkoşer Leyla Guven dîtin, ev nîşan dide ku gelên Rohilata Navîn gelên berxwedêr û têkoşer in``. her wiha teqez kir ku ew weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştgiriya çalakiya Leyla Guven û ya welatiyên Tebqayê dikin.

Di çalakiya îro de sînevizyona di derbarê berxwedana jinên Kurd û bi taybet  jî ya Leyla Guven nîşan dide hate pêşandan.

Dihate payîn ku çalakiya welatiyên Tebqayê 6 rojan dewam bike, lê ji ber têkildariya zêde ya welatiyan demê çalakiyê hate dirêjkirin.

(me/k)

ANHA