Li Kobanê Dibistana Şehîd Barîn hat vekirin

Desteya Perwerdê li taxa Şehîd Ebdî ya bajarê Kobanê dibistanek seretayî ya bi navê Şehîd Barîn vekir.  Dê 350 xwendekar li dibistanê bixwînin.

Li Kobanê Dibistana Şehîd Barîn hat vekirin
Li Kobanê Dibistana Şehîd Barîn hat vekirin
Li Kobanê Dibistana Şehîd Barîn hat vekirin
Li Kobanê Dibistana Şehîd Barîn hat vekirin
3 sibat, 2019   14:15

KOBANÊ

Desteya Perwerdeyê ya Kobanê li taxa Şehîd Ebdî ya bajarê Kobanê dibistana seretayî ya bi navê Şehîd Barîn vekir. Dibistan ji 4 odeyan  pêk tê hêjmara û dê 350 xwendekar lê bixwînin. Sedema vekirina dibistanê ew bû ku hêjmara xwendekarên dibistana Şehîd Berfîn zêde bû û cihê xwendekaran teng bû. Lewma jî dibistana Şehîd Barîn hat vekirin.

Dibistan bi şahiyekî hat vekirin û malbatên şagirtan tevlî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişter Mamosteya Dibistana Şehîd Barîn Kewser Şahîn axivî û wiha got: “Îro rojek giringe. Ji ber ku zarokên me dibistanên me hembêz dikin. Em spasiya hemû kesên di vekirina dibistanê de ji me re bûyîn alîkar.".

Piştra Rêvberên Dibistanê Mamoste Ehmed Pîr û Osman Ibrahîm  axifîn û wiha gotin: “Destpêkê zimanê me qedexe bû. Lê piştî şoreşa 19`yê Tirmehê 2012 an bi rengekî fermÎ di dibistanan de hate xwendin, ev cihê serbilindiyê ye. Em vekirina dibistanê li hemû zarokên xwe û malbatên wan pîroz dikin.  Ev dibistan bi saya xwîna şehîdan tên vekirin.”

Paşê li ser navê malbata Şehdî Barîn birayê  Şehîd Barîn, Muhemed Omer axifî û got: “Em  dibistana Şehîd Barîn li hemû memoste û şagirtan pîroz dikin, daxaza şehîdên me ew e ku em rojên wek vê rojê bibînin. Ew bi rih û fikrê xwe di nava me de jiyan dikin. Şehîd Barîn ji herêma Babê ya Şehba ye ku di 2013’an de tevlî şoreşê bû û li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bû. Roja  ku biryar dabû ku tevlî şoreşê bibe xwesteka wê ew bû ku pêşeroja van zarokan ronî bike.”

Piştî axaftinan koma Miştenûr stran gotin û piştre jî Mamoste Aras Ebid EL-Rehman helbestek li ser Efrînê got.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Şehîd Barîn di Berxwedana Serdemê de  Efrînê Şehdî bû.

(hk/bm)

ANHA