‘Ji ber girtina rê êzidiyên rizgarkirî nikarin bigihîjin malbatên xwe‘

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê ji hikumeta Iraqê xwest ku rêya di navbera Şengalê û Rojava de veke, da ku karibin jin û zarokên Êzidî yên hatine rizgarkirin, radestî malbatên wan bikin.

‘Ji ber girtina rê êzidiyên rizgarkirî nikarin bigihîjin malbatên xwe‘
3 sibat, 2019   12:24

QAMIŞLO

Hikumeta Iraqê roja 15`ê Kanûna sala 2018`an rêya mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de girt. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî di demên dawîn de gelek jin û zarokên Êzidî li gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, lê ji ber ku rê girtî ye, aliyên têkildar nikarin wan radestî malbatên wan bikin.

Der barê mijarê de Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê, li ber Mala Êzidiyan ya li gundê Qezalçox ê navçeya Amûdê daxuyaniyek da. 15 jin û zarokên Êzidî yên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û endamên Mala Êzidiyan tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Mala Êzidiyan Roksan Hinsên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Mala Êzidiyan berpirsyariyên xwe yên der barê Êzidiyên Şengalê de pêk tîne, jin û zarokên ji aliyê QSD’ê ve têne rizgarkirin pêşwazî dike û wan radestî malbatên wan dike.

Berdewama daxuyaniyê wiha ye;

"Berî çend rojan komek jin û zarokên Êzidî yên hatine rizgarkirin gihîştin Mala Êzidiyan û dixwazin rojekê berî ya din bigihîjin malbatên xwe. Lê hikumeta Iraqê rêya mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de girtiye."

Mala Êzidiyan di daxuyaniyê de ji hikumeta Iraqê xwest ku vê rêyê veke û careke din negire.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ji aliyên têkildar û bi taybet jî hikumeta Iraqê dixwazin ku vê rêyê veke, ev kes welatiyên Iraqê ne, pêwîst e ku hikumeta Iraqê ji bo ew kes bigihîjin malbatên xwe, alîkariyê bike."

(k/bm)

ANHA