Şandeya Rûsyayê li Tehranê ye

Rûsya hewldanên parastina hevpeymana bi Tirkiye û Îranê re dewam dike. Duh şandeyeke Rûsyayê li Tehranê bi rayedarên Îranê re civiya. Hate zanîn ku di civînê de dosyayên rewşa Idlib, Sûriye û tevgerên Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine nirxandin.

Şandeya Rûsyayê li Tehranê ye
3 sibat, 2019   12:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku şandeya Rûsyayê ku ji nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê karûbarên Sûriyê Alexander Lavrentiev, cîgirê wezîrê karên derve Sergey Vershinin û nûnerên Wezareta Parastinê pêk tê, bi serokê Meclisa Bilind a Parastina Neteweyî ya Îranê  Elî Şemxanî û cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Cabirî Ensarî re civiya.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku her du aliyan amadekariyên lûtkeyeke nû di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de gotûbêj kirin, her wiha gelek mijarên girêdayî rewşa Sûriyê û geşedanên li Rojhilata Navîn nirxandin.

Ev çend roj e şandeyeke ewlekariyê ya Tirkiyê li Rûsyayê der barê rewşa Idlibê de hevdîtinan pêk tîne. Rûsya di demên dawîn de li dijî Tirkiye û çeteyên wê li Idlibê şerê ragihandinê dike, di heman demê de rejîma Sûriyê jî hêzên xwe ber bi bajêr ve dişîne û tê payîn ku tevgereke leşkerî dest pê bike.

Li gorî çavdêran Tirkiye hewl dide çeteyên xwe yên li Idlibê bi hin navên din biparêze û wan tev li çareseriya siyasî bike. Rûsya çavên xwe ji van liv û tevgeran re digire, lê hewldanên Tirkiyê yên lihevhatina bi Amerîkayê re hişt ku Rûsya di mijara Idlibê de fişarên xwe li ser Tirkiyê zêde bike.

Di demên dawîn de di navbera Rûsya û Îranê de jî nakokiyên veşartî rû dan. Îran dibêje Rûsya çavên xwe ji êrîşên Îsraîlê yên li dijî baregehên Îranê li Sûriyê re digire. Ji aliyekî din ve tê gotin ku Rûsya razî ye ku hêzên Îranê ji Sûriyê bêne derxistin.

(k/bm)