HPG'ê derbên giran li leşkerên Tirk xistin

Gerîlayên HPG'ê li dijî leşkerên Tirk ên li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyeke xurt pêk anîn. Di encamê de kuştî û birîndarên leşkeran çêbûn. Balafirên şer ên artêşa Tirk jî herêma Garê bomberdûman kirin.

HPG'ê derbên giran li leşkerên Tirk xistin
3 sibat, 2019   12:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên gerîla û bomberdûmana balafirên şer ên Tirkiyê agahî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 2'ê Sibatê saet 14'an de, hêzên me li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li qada Elî Dirêj çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper, kon û konteynirên leşkerên dijmin hatin xistin. Di encamê de konek hate îmhakirin, derb li konteynirekê hate xistin. Di çalakiyê de gelek kuştî û birîndarên leşkeran çêbûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan bombe li derdorê barand.

Di 3'ê Sibatê (îro) saet 06:30'î de jî balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Deşta Kafya ya herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.”