Şaredariya El-Kerame xizmeta gel dike

Şaredariya Gel a El-Kerame ya girêdayî gundewarên rojhilatê bajarê Reqayê gelek karên ximetguzariyê wekî ji nû ve xweşikbûna herêmê û xizmeta şêniyan tevî kêmderfetan jî pêk tîne.

Şaredariya El-Kerame xizmeta gel dike
Şaredariya El-Kerame xizmeta gel dike
Şaredariya El-Kerame xizmeta gel dike
Şaredariya El-Kerame xizmeta gel dike
3 sibat, 2019   11:51

REQA

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê herêma El-Kerame dagir kir, cih û projeyên ku xizmeta gel dikir, xirab kirin. Şaredariya Gel a El-Kerame ya girêdayî gundewarên rojhilatê bajarê Reqayê li ruxmî hemû derfetên kêm, binesaziya herêmê ji nû ve ava dike û xizmeta şêniyan dike.

Di encama wêrankariya komên çete de torên avê yên herêmê hatin xirabkirin. Ji lew re Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel li bajêr torên avê sererast dike û boriyên nû ji taxên ku zêdetir ziyan dîtine re rast dikin.

Yek ji rayedarên şaredariyê Muhend El-Ebûd wiha axivî: "Em ji nû ve torên avê yên bajarok sererast dikin. Her wiha me xetên ku ziyan dîtine jimartin û bi dirêjahiya 130 metre derket. Piştre dest bi taxa şehîd Îsa Mistef kir û borî lê hatin leckirin. Dê di demeke nêz de amade bibe."

Ji aliyeke din ve Komîteya Hawîrdorê ya Şaredariyê destpêka (Kevana) têketina kolana El-Kerame bi kinahiya 16 metreyan ji nû ve sererast dike. Her wiha şaredarî kevanê ximav (boyax) dike û wêneyan li ser xêz dike û nivîsên pêşwazîkirinê jî li ser di dinivîse.

Li aliyeke din jî Komîteya Xizmetguzariyê bi hevkariya Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Rojava ya El-Kerame qenala avê ya hundirê bajêr ku di encama şerên li herêmê rû dane de, rastî wêrankirinê hatiye, ji nû ve sererast dike. Her wiha ev wêrankirin bû sedema herikîna avê ji qenalê li hundirê malan. Werşeyên çêkirin û sererastkirinê kunên qenalê bi çîmentoyê digirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a El-Keramê Xalêd El-Xemrî wiha got: “Ev qenal ji 8 salan ve nehatine sererastkirin. Ji lew re av herikî nava malan. Lê niha kunên ku tê re diherike tên xitimandin da ku av ziyanê negihîne malan."

(fr/bm)

ANHA