Jinên Dêrazorê jî piştgirî dan çalakiya Leyla Guven

Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven ku ev 88 roj e di greva birçîbûnê de ye, Rêveberiya Jinan a Dêrazorê çalakiyek li dar xist û daxuyaniyek da.

Jinên Dêrazorê jî piştgirî dan çalakiya Leyla Guven
3 sibat, 2019   11:33

DÊRAZORÊ

Rêveberiya Jinan a Dêrazorê ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven çalakiyek li Meclisa Jinan a li gundê El-Kesra bi beşdarbûna Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl û Komîteya Perwerdeyê û Meclisa Jinan a Cezratm, li dar xist.

Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê endama Rêveberiya Meclisa Jinan Leyla Ebdullah ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê jinên Dêrazorê û hemû jinên azad em ji bo piştgiriya Leyla Guven ku ev 88 roj e ji bo tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, çalakiyê li dar dixin û dengê xwe tev li dengê wê û hemû berxwedêrên di zindanên Tirkiyê de dikin.

Leyla Guven îsbat kir ku vîna jinan ji planên dagirkeran mezintir e û rastiya jinên têkoşer derxist holê. Em jî wek jin bi tundî Komploya Navneteweyî li ser Rêberê Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan şermezar dikin û daxwaza rakirina tecrîdê û azadkirina wî di zûtirîn demê de dikin.”

(jo)

ANHA