Li Holê pêşangeha kevneşopiya erebî hat vekirin

Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê pêşangeha kevneşopiyên erebî li navçeya Holê vekir.

Li Holê pêşangeha kevneşopiya erebî hat vekirin
Li Holê pêşangeha kevneşopiya erebî hat vekirin
Li Holê pêşangeha kevneşopiya erebî hat vekirin
Li Holê pêşangeha kevneşopiya erebî hat vekirin
Li Holê pêşangeha kevneşopiya erebî hat vekirin
Li Holê pêşangeha kevneşopiya erebî hat vekirin
Li Holê pêşangeha kevneşopiya erebî hat vekirin
Li Holê pêşangeha kevneşopiya erebî hat vekirin
Li Holê pêşangeha kevneşopiya erebî hat vekirin
2 sibat, 2019   17:15

HESEKÊ

Wekî gavekê ji bo vejandina kevneşopiyên herêmê bi taybet li deverên kantona Hesekê ku di demên dawî li çeteyên DAIŞ‘ê hatine rizgarkirin, Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê yekemîn car pêşangeha kevneşopiyên erebî li navçeya Holê vedike.

Bi sedan şêniyên navçeya Holê, Hevseroka Meclisa Herêma Hesekê Civîn Remo, şêx û rûspiyên navçeyê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Hisên Ezam û endamên saziyên sivîl di vekirina pêşangehê de amade bûn.

Alav kevin ê girêdayî çanda ereban wekî şûr, rext, alavên xwarinê, çil û bergên filklorî û xwarinên gelerî hatin pêşandan.

Merasîmê vekirina pêşangehê bi deqeyeke rêz destpê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Bajaroka Um Hicêrayê Seyid Elî Hemûd axivî û got, "Bi rêya vekirina vê pêşangehê em ê hewl dibin çand û kevneşopiya herêmê nûjen bikin û pêş bixin."

Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Efaf Heskî jî anî ziman ku ev pêşangeh îsbata nasname û çanda erebî ye, di heman demê de nameyeke ji kesên dixwazin çandê asîmîle bikin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Hisên Ezam jî axivî û ev tişt anî ziman: "Em bi pirrengiya çandî li herêmê bawer in û hêvî dikin ku mîna van çalakiyan li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin."

Ezam her wiha teqez kir ew bi çanda bav û kalan serbilind in û got:"Zindîkirina mîna vê pêşangehê îsbata aramî û ewlehiya herêmê û gaveke ber bi avakirin û şarestaniyê ye."

Deriyê pêşangehê bi destê dayika şehîd Himêdî Abdullah ve hate vekirin, paşê beşdaran li hola pêşangehê geriyan.

Di dawiya xelekên dîlanan hatin gerandin.

ANHA