Şehîd Viyan Soran û Şiyar Gabar li Dêrikê hatin bi bîranîn

Tabûra şervanên jin ên enternasyonalîst û Kongreya Star şehîd Viyan Soran û Şiyar Gabaran bi bîr anîn.

Şehîd Viyan Soran û Şiyar Gabar li Dêrikê hatin bi bîranîn
Şehîd Viyan Soran û Şiyar Gabar li Dêrikê hatin bi bîranîn
Şehîd Viyan Soran û Şiyar Gabar li Dêrikê hatin bi bîranîn
Şehîd Viyan Soran û Şiyar Gabar li Dêrikê hatin bi bîranîn
2 sibat, 2019   16:42

QAMIŞLO

Bi wesîleya salvegera 13‘an a şehadeta têkoşer Viyan Soran ku li dijî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kir û agir berda benda xwe, her wiha şehîd Şiyar Gabar ê bi eslê xwe ermenî ku li çiyayê Kurdistanê şehîd dibû Tabûra şervanên jin ên enternasyonalîst û Kongreya Star li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo merasîmê bîranînê lidar xist.

Merasîm li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya navçeya Dêrikê hat lidarxistin. Bi dehan jin, şervanên jin ên Tabûra şervanên enternasyonalîst û YPJ û YPG‘ê beşdarî merasîmê bûn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Rêvebira Kongreya Star Fatima Silêman axivî û şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn.

Fatima tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan şermezar kir û li ser çalakiya şehîd Viyan Soran got, "Têkoşer Viyan Soran dengê jina azad li tevahî Kurdistanê ye û têkoşîna jin li Rojava mîrateya berxwedana Viyan Soran e."

Fatima bi navê Kongreya Star soza têkoşînê heta rizgarkirina jin û parastina nirxên mirovahiyê da.

Di bîranînê de fîlmeke li ser kurtejiyana şehîd Viyan Soran û Şiyar Gabar hate pêşandan.

Biranîn bi dirûşmeyên dilsozya bi şehîdan û daxwaza azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA