Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Dêrazorê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên QSD‘ê Cerah, Umer û Hesen El-Hamid  yên di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.

Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Dêrazorê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Dêrazorê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Dêrazorê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Dêrazorê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Dêrazorê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Dêrazorê hatin veşartin
2 sibat, 2019   17:50

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên bajaroka Bisêra û şervanên QSD‘ê cenazeyê şervanên QSD‘ê Umer Ehmed (Cerah), Îbrahîm Kamil Şahir (Umer) û Yasin Xelef (Hesen El-Hamid) yên di "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê.

Girse cenazeyê şehîdan ji ber derketina bajaroka Bisêrayê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve ketin rê.

Merasîm bi bîranîna şehîdan û torana leşkerî ya şervanên QSD‘ê dest pê kir.

Piştre, ji fermandarên QSD‘ê Hisên El-Hemada axivî û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest, her wiha soza şopandina xeta şehîdan heta rizgarkirina tevahî herêmê ji terorîstan da.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sabirîn Mihemed jî axivî û got: "Şehîdn me mişeleya azadiyê ne ku rêya me ronî kirine, berdêl çi dibe em ê serî natewînin û em ê xeta wan bişopînin."

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 12 şehîdên QSD‘ê ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûne eşkere kir; Silêman El-Mixlif (Dawûd), Mihemed El-Nayîf (Şeyûr), Sibih El-Nasir (Rîtac), Mihemed El-Mihemed (Wail), Hisên El-Hesen (Xeyd), Mihemed Hemed (Ebd El-Şayatî), Seed El-Şerqawî (Umer), Feysel El-Hemed (Mihemed), Nasir El-Xelef (Salih Kişkiyê), Beşar El-Celûd (Egîd Ebû Hemam), Ehmed Etiya (Mihemed) û Rexîb El-Hesen.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Celal piştî ku nasnameyên şehîdan xwend rastî malbatên wan kirin.

Şervanên QSD‘ê cenazeyê şehîd Umer Ehmed, Îbrahîm Kamil Şahir û Yasin Xelef di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA