Kongreya yekemîn a rêxistina PYD`ê ya Til Hemîs hat lidarxistin

Kongreya Yekemîn a Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk a navçeya Til Hemîsê bi hilbijartina rêveberên nû yên partiyê bi dawî bû.

Kongreya yekemîn a rêxistina PYD`ê ya Til Hemîs hat lidarxistin
Kongreya yekemîn a rêxistina PYD`ê ya Til Hemîs hat lidarxistin
Kongreya yekemîn a rêxistina PYD`ê ya Til Hemîs hat lidarxistin
Kongreya yekemîn a rêxistina PYD`ê ya Til Hemîs hat lidarxistin
Kongreya yekemîn a rêxistina PYD`ê ya Til Hemîs hat lidarxistin
Kongreya yekemîn a rêxistina PYD`ê ya Til Hemîs hat lidarxistin
2 sibat, 2019   16:05

QAMIŞLO

Kongreya Yekemîn a Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk a navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo bi dirşûmeya `Bi vîn û rêxistinkirinê em ê Efrîn rizgar bikin û Sûriyêyek demokratîk nenavendî ava bikin`, bi tevlêbûna endamên rêveber, hevserokê partiyê û nûnerên partiyên siyasî yên din vê sibehê destpê kir.

Hola kongreyê bi alên partiyê û pankartên bi nivîsên `Bi giyana berxwedanê em li hember dagirkeriya Tirk disekinin`, `Bi berxwedanê em destkeftiyan û şoreşa xwe diparêzin`, `PYD`ê misogeriya avakirina civakek demokratîk û azad e` hate xemilandin.

Di destpêka kongreyê de hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Şahoz Hesen axivî û şehîdên şoreşê û têkoşînê bi bîr anî. Şahoz wiha domand: "Me bi hezaran şehîd feda kir, da ku em ji cîhanê re isbat bikin ku fikra neteweya demokratîk, çareseriya rastîn a gelê me û tevahiya Rojhilata Navîn e."

Şahoz Hesen gotinên xwe berdewam kir: "Ji vê bingehê em teqez dikin, çareseriya tekane ji dozên herêmê re, felsefeya neteweya demokratîk û pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e."

Şahoz destnîşan kir ku çareseriyên heyî teng in û ne li gorî gel in. Şahoz diyar kir ku rêjîma Sûriyê hewl dide hişmendiya yek partiyê ji nû ve vegerîne, lê eger rast bûye wê gel serî hilneda. Ji ber wê Şahoz tekez kir ku vegera rewşa Sûriyê mîna berê tiştek nayê qebûlkirin e.

Di dawiyê de Şahoz Hesen bang li hêzên siyasî kir ku tev li tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibin.

Piştî bi dawîbûna axaftinan 5 kes wek dîwanê kongreyê hatin hilbijartin. Piştre raporên siyasî û rêxistinî yên partiyê û raporên komîteyên partiyê yên navçeyê hatin xwendin û nîqaşkirin.

Beriya ku civîn bi dawî bibe, 12 endam bi wekheviya di navbera herdu zayendan de wek rêveberiya nû ya partiyê ya Til Hemîsê hatin hilbijartin. Endaman sonda xwarin  dê erkên xwe pêkbînin.

Kongre bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA