MSD`ê ji bo demên pêş bendên girîng diyar dike

Desteya Serokatî ya MSD‘ê civîna xwe li dar xistin û ji bo xebatên demên pêş bendên girîng diyar kir.

MSD`ê ji bo demên pêş bendên girîng diyar dike
MSD`ê ji bo demên pêş bendên girîng diyar dike
MSD`ê ji bo demên pêş bendên girîng diyar dike
2 sibat, 2019   15:38

GIRÊ SPÎ

Meclisa Serokatî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji bo nirxandina pêvajoyê civîn li dar xist.

Civîn li avahiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk a navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî hate lidarxistin. Hevseroka MSD‘ê Emîna Umer, Cîgirê Hevserokatiyê Luqman Ehmê, endamên Desteya Siyasî ya MSD‘ê, Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê  Lîlewa Abdullah, her wiha endamên desteyê yên li derve bi rêya skype beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre beşdaran rewşên siyasî û leşkerî ku li herêmê rû didin, di nav de biryara Amerîka ya vekişandina ji Sûriyê, avakirina herêma ewle, gera dîplomasî ya nûnerê MSD`ê li derveyî Sûriyê û danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re nirxandin.

Piştî nirxandinek kûr ji bûyeran re beşdaran li ser bendên girîng li hev kirin.

Bend ev in:

1-  Redkirina avakirina herêma ewle bi çavdêriya Tirkiyê.

2-  Teqezkirina danûstandina Sûrî-Sûrî.

3-  Avakirina têkîliyên dîplomasî bi dewletên Ereb û herêmî re.

4-  Avakirina peywendiyan bi opozîsyona derve re.

5-  Danîna stratejiyek diyar ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

6-  Berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê piştî tunekirina DAIŞ`ê.

7-  MSD`ê bi çareseriya siyasî re ye, ji ber wê divê di her çareseriyekê girêdayî Sûriyê de amade be.

8-  Berdewamkirina têkîliyên dîplomasî bi DYA`yê re piştî biryara vekişandinê.

9-  Ji bo rêgirtina li ber gefên Tirkiyê vedîtina çareseriyên altrnatîf (avakirina herêma ewle bi çavdêriya navdewletî, avakirina herêma qedexeya firîna balafiran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê).

10-Bi armanca zêdekirina piştgiriya projeya demokratîk li Sûriyê, şandeyên dîplomasî ji dewletên cîhanê re bi taybet dewletên girêdayî karûbarên Sûriyê werin şandin.

Di civînê de endamên meclisa hevserokatî, daxwaznameya tevlêbûna ya Partiya Yekîtiya Niştmanî ya Azad, Partiya Roj û Meclisa Niştîmanî ya Suryanî ya Sûrî ji MSD`ê re erê kir.

Civîn bi nirxandina rewşa rêxistinî û xebatên meclisê di van demên borî de jê buroyên şaxî bi dawî bû.

(şx)

ANHA