Bayik: Gelê me divê bi heman rihê pêvajoya komployê berxwedanê esas bigire

Bayik peyameke bi dîmen ji berxwedanên grevên birçîbûnê re şand û got, " Di pêvajoya komploya li ser Rêbertiya me gel de çawa rabû ser lingan, serhildanê, li ber xwe da û şehîd da. Divê heman ruh û  berxwedanê esas bigirin. Wê demê wê ev çalakî bi encam bibin."

Bayik: Gelê me divê bi heman rihê pêvajoya komployê berxwedanê esas bigire
2 sibat, 2019   16:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik peyameke bi dîmen şand ji berxwedêrên grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kirine.

Bayik diyar kir ku bi dirûşma ‘Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ çalakiyeke dîrokî hatiye destpêkirin.

Bayik diyar kir ku berxwedana grevên birçîbûnê roj bi roj geş dibe û got: “Çalakger diyar dikin heta ku ew bigihêjin armanca xwe ew ê çalakiya xwe bidomînin. Beriya her kesî heval Leyla Guven dest bi vê çalakiyê kir. Li hemberî polîtîkaya tecrîda li ser Rêber Apo helwestek nîşan da. Çalakiya heval Leyla Guven li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê û li bajarên Ewropayê deng da.

Nasir Yagiz, Şiyar Xelîl, Huseyîn Yildiz, Îlhan Şîş, Yûsûf Îba, Mûstafa Tûzak, girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, li Strasboûrg, Silêmanî, Hewlêr, Mexmûr, Şengal û Rojava, ez hemû çalakgeran silav dikin.

Hûn ne bi tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo mirovayetiyê jî li ber xwe didin û destanekê dinivîsin. Vê çalakiya ku heval Leyla Guven daye destpêkirin, roj bi roj geş dibe. Rastiya dewleta qirker a ku hebûna xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiriye, careke din derdikeve holê. Gelê me bêtir dibîne ku dewleta Tirk hewl dide Kurdan qir bike û li hemberî vê qirkirinê bêtir xwedî li berxwedanê derdikeve.

Çalakiya me ji xwe her roja diçe li her qadê baştir tê famkirin, li gel vê rastiya faşîst, mêtînger a dewleta Tirk jî hê baştir tê dîtin. Ev jî nerazîbûnên li dijî desthilata faşîst derdixe holê.

Berxwedana greva birçîbûnê her roja diçe têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd hê zêdetir meşrû û bi maf radixe ber çavan. Ev jî dihêle dostên Kurdan li gel wan cih bigirin

Desthilata AKP/MHP’ê û dewleta Tirk her roja diçe hê zêdetir tehşîr dibe û dixe zorê. Ji bo xwe ji vê jî rizgar bike ser li lîstikên ji nû ve gelê me bixapînin didin. Niha jî lîstikek tê lîstin û dixwazin ji vê encam  bigirin. Divê AKP/MHP û dewleta Tirk baş bizane êdî ev cûre lîstik encamê nagirin.

Êdî ji van lîstikan encamê nagirin, ya dimîne divê daxwazên Leyla Guven û berxwedêrên grevên birçîbûnê bipejirîne, bi Rêber Apo û çalakvanan re rûne.”

Bayik ê bang kir ku kî li ku dibe bila bibe raber serhildanê û ser linagan got: “Di pêvajoya komploya li ser Rêbertiya me gel çawa rabû ser lingan, serhildanê, li ber xwe da û şehîd da. Divê heman ruh û  berxwedanê esas bigirin. Wê demê wê ev çalakî bi encam bibin.