Ji Navenda Tenduristiyê ya Şedadê re alavên emeliyatê hatin dabînkirin

Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê alavên emeliyatê dan Navenda Tenduristiyê ya Şedadê.

Ji Navenda Tenduristiyê ya Şedadê re alavên emeliyatê hatin dabînkirin
Ji Navenda Tenduristiyê ya Şedadê re alavên emeliyatê hatin dabînkirin
Ji Navenda Tenduristiyê ya Şedadê re alavên emeliyatê hatin dabînkirin
Ji Navenda Tenduristiyê ya Şedadê re alavên emeliyatê hatin dabînkirin
2 sibat, 2019   12:48

HESEKE

Komîteya Tenduristiyê ya Hesekê alavên destwerdana lezgîn û birîndariyê dan Navenda Tenduristiyê ya Şedadê da ku barê welatiyan sivik bikin.

Alavên ku Komîteya Tendirustiyê ya Kantona Hesekê radestî navendê kirine, alavên birîndariyê û dermanên desrwerdana lezgîn in, anku amûrên odeya birîndariyê bi giştî ne.

Hevserokê Komîteya Tendirustiyê ya Hesekê Dirbas Meimê têkildarî mijarê wiha got: “Me îro amûrên birîndariyê û yên lezgîniyê bi armanca pêşketina rewşa tenduristî ya navçeyê û sivikkirina barê şêniyan a çûna bajarê Hesekê, dane Navenda Tenduristiyê ya Şedadê."

Di dawiya gotina xwe de Meimê da zanîn ku di demeke nêz dê avalên dîtir bidin navendê ji ber gelek gund girêdayî navçeya Şedadê ne.

(fr)

ANHA