Koçberê ji Babê: Êdî bes e kuştin û wêrankirin

Mistefa El-Bidûr ku bi malbata xwe re ji ber zilm û zordariya çeteyên dewleta Tirk ji Babê koçî Minbicê bûye, diyar kir ku ew ji ber binpêkirin, revandin û wêrankirina ku çeteyên Tirkiyê dikin, nazivire bajarê xwe.

Koçberê ji Babê: Êdî bes e kuştin û wêrankirin
Koçberê ji Babê: Êdî bes e kuştin û wêrankirin
2 sibat, 2019   08:27

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Koçberê bi navê Mistefa El-Bidûr ê 40 salî, ji bajarê Babê yê Sûriyê ye ku ji aliyê çeteyên Mertalê Firatê yên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Bavê 7 zarokan e. Piştî ku çeteyên Mertalê Firatê bajarê Babê dixin bin serweriya xwe, El-Bidûr tevî malbata xwe ji hovîtiya çeteyan û topbarana dagirkeriyê direve.

Misfeta El-Bidûr wiha qala wan rojan dike: “Her tişt wêran bûbû, heta sewal jî ji topbarana Tirkiyê nefilitîn. Artêşa Tirk a dagirker tu çekek nehişt û li dijî me bi kar neanî. Hin caran jî bi gazên jehrê êrîşî me dikir. Di encamê de bi sedan şênî jehrî bûn û bi dehan jî mirin.”

El-Bidûr wiha qala wê trajediyê kir: "Bi şev û roj bajar dihat topbarankirin. Di encama topbaranê de lingê min û gelek cihên bedena min birîndar bûn.”

Di encama şerên ku rû didan de şêniyên bajêr rastî gelek binpêkirinên dagirkeran dihatin. Mistefa El-Bidûr di 2017`an de bi baweriya ku Idlib aram e, koçberî Idlibê bû. Wê demê Idlib di bin serweriya Cebhet El-Nusra de bû ku li ser asta navdewletî wek terorîst hatiye sinifandin.

Her çendî Mistefa El-Bidûr koçber bû jî lê ji zilm û zordestiyê nefilitî. Piştî ku gihîşt Idlibê bi çend mehan tê girtin û bi hinceta ku kafir e cezayê darvekirinê lê tê birîn. Ji ber wê li rêya xilasiyê û revê geriya. Di encamê de piştî 3 mehan tevî komeke girtî di nîvê şevê de direvin.

Piştî wê Mistefa El-Bidûr neçar dimîne ji herêmên çeteyan dûr bikeve û xwe veşêre. Pere dide hindek qaçaxçiyan, wî û malbata wî ji Idlibê derdixin û digihînin Minbicê. Mistefa El-Bidûr ji 2017`an ve li Minbicê bi cih bûye.

Girêdayî rêwîtiya koçberiyê Mistefa El-Bidûr wiha got: "Me gelek azar kişandin. Bi rojan em di nav zeviyan de di bin darên zeytûnê de bêyî ku em meqseda xwe nas bikin, man. Em di nav xof û tirsê de bûn. Me sermaya zivistanê û germaya havînê derbas kir. Rewşa me trajedîk bû. Ez nikarim êşa rêwîtiya xwe wesif bikim."

Mistefa El-Bidûr sedemên ku rê li ber vegera wî ji bajarê wî re digire, wiha rave kir: “Erdogan behsa kijan rizgarkirin û ewlehiyê dike. Berovajî wê li herêmên di bin serweriya Mertalê Firatê de ku Tirkiye desteka wan dike, tevlihevî û nearamî serwer e. Tevî wê jî çete gelek binpêkirinan ji kuştin, revandin û talankirinê pêk tînin."

Girêdayî rewşa xwe Mistefa destnîşan kir ku rewşa wan aborî gelekî dijwar e û heya niha ji bilî desteka Rêveberiya Sivîl a Minbicê tu rêxistinekê alîkariya wî nekiriye. Mistefa diyar kir ku rêxistinan tenê navên wan tomar kirine û careke din nehatine.

Mistefa bi van gotinan xwest peyamekê bide cîhanê: "Êdî bes e kuştin, wêrankirin û rijandina xwînê. Em hêviya welatekî wekî Minbicê ewle, bê kuştin û bê wêrankirin dixwazin. Ez bang li tevahiya rêxistinên mafên mirovan dikim û ji wan re dibêjim dema ku dewleta Tirk komkujiyan li ser sivîlan pêk tîne, hûn li ku ne? Gelo hûn çima li hember binpêkirinên Tirkiyê ku qanûnên navdewletî nas nake, bê deng in?

(şx/bm)

ANHA