ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-02-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-02-2019
2 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo kongreya xwe ya yekemîn li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Buroya Kombûna Olan a Helebê bi armanca rêgirtina li pêşiya fîtneyan, pêkanîna Edalet û wekheviytê di navbera gelan de hate avakirin. Her wiha wek minbera olî ya yekemîn ku tevahiya olan komî ser hev dike tê hesibandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Efrînê diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze fikr û projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn pêşniyar kiriye, tine bikin û teqez kirin ku gelê berxwedana Kurd û çalakiyên greva birçîbûnê planên wan têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteyên kantona Kobanê çalakiya Leyla Guven pîroz kir û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÎNFOGRAFÎK

-Ji bûyerên ku di vê hefteyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû dane; salvegera yekemîn a rizgarkirina Kobanê, qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, her wiha qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê li gundewarê Dêrazor. Li aliyekî din  jî hevdîtinên Komîteya girêdayî KNK-Rojava ji bo yekrêziya Kurd li gel partiyan re, çalakiyên greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Tirkiyê bi xistina rêkeftinên mirî û ne rewa di rojevê de, dûrîtiya siyasî dimeşîne. Ji aliyekî ve îtiraf bi rêjîma Sûriyê nake û ji aliyekî din ve banga aktîvkirina rêkeftina Edene ya ku bi rêjîma Sûriyê re beriya serdeman bi awayekî ne rewa mohr kiriye, dike. Çavdêrên siyasî ev hewldanên Tirkiyê wek iflasa siyaseta hikumeta Tirkiyê li ser astên herêmî û cîhanê wesifandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star li gundê Jin War dewreyeke perwerdeyê ji bo danasîna jinan bi gihayên xwezayê ku di bijîşkatiyê de tê bi karanîn, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star li navçeya Dêrikê têkoşer Viyan Soran bi civînekê li navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê bi bîr tîne, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Jin a Reqayê  256 komîn û 13 meclisên jinan ava kirine. Meclis û Komîn wekî lêvegera sereke ya hemû jinan e ku wan rêxistin dike û pirsgirêkên wan çareser dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku Leyla Guven bi berxwedana xwe îradeya jina azad diyar kir û gotin, daxwazin Leyla Guven rewa ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê pêşangeheke keveşopiyên Ereb li gundê Um Hicêra ya navçeya Holê vedike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bi armanca destekdayîna aborî û manewî Meclisa Kantona Şehbayê pêşkêşkirina alîkariyan ji aliyên çandinî, aborî û tenduristî ve ji şêniyên her du kantonên Efrîn û Şehbayê re didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çîroka dayika Emîne mîna çîrokên bi sedan şêniyên Efrînê ye. Astengdariya kurê wê, nexweşiya hevserê wê û dayîka hevserê wê têrê nedikir, binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê beriya dagirkirina Efrînê û piştî wê azarên malbatê zêde kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbata Mistefa El-Bidûr ji êrîşên dagirkeriya Tirk ku di encamê de bajarê Babê yê Sûrî dagir kir, nefilitî. Mala wî rastî topbaranê hatiye û lingê wî birîndar dibe. Niha tevî malbata xwe piştî rêwîtiyên koçberbûnê li bajarê Minbicê bi cih bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA