Ji bo Kişanak 14 sal 3 meh, ji bo Tuncel jî 15 sal ceza hate birî

Rûniştina doza Sebahat Tuncel û Gulten Kişank li 1’emîn Dadgeha Cezayê Girana a Meletiyê pêk hat. Ji bo Kişanak bi îdîaya endamtiyê 11 sal û 3 meh, ji propagandayê jî 3 sal, ji Tuncel jî 9 sal û 9 meh, ji bo propagandayê jî 5 sal û 3 meh ceza hate birî.

Ji bo Kişanak 14 sal 3 meh, ji bo Tuncel jî 15 sal ceza hate birî
1 sibat, 2019   20:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Rûniştina doza Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê pêk hat. Bi îdîaya endamtiyê 11 sal û 3 meh û bi îdiaya propagandayê jî 3 sal ceza li Kişanakê û bi îdiaya endamtiyê 9 sal û 9 meh û bi îdîaya propagandayê jî 5 sal û 3 meh ceza li Tuncelê hat birîn.

Rûniştina 12'an a doza Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê pêk hat. Piştî Tuncel û Kişanak û parêzeran wan parêzî kirin, dadgehê biryara xwe eşkere kir.

Dadgehê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" 11 sal û 3 meh û bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" 3 sal ceza li Kişanakê; bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal û 9 meh û bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" jî 5 sal û 3 meh ceza li Tuncel  birî.