Têkoşer Viyan Soran li Dirbêsiyê hate bi bîranîn

Kongreya Star a navçeya Dirêbsiyê têkoşer Viyan Soran di salvegera şehadeta wê ya 13‘an de bi merasîmekê bi bîranî.

Têkoşer Viyan Soran li Dirbêsiyê hate bi bîranîn
Têkoşer Viyan Soran li Dirbêsiyê hate bi bîranîn
Têkoşer Viyan Soran li Dirbêsiyê hate bi bîranîn
1 sibat, 2019   18:34

HESEKÊ

Bi wesîleya salvegera 13‘an a şehadeta têkoşer Viyan Soran ku sala 2006‘an li dijî komploya navdewletî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agir berda benda xwe, rêxistina Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê merasîmek lidar xist.

Bi sedan jinên navçeyê beşdarî civîna ku li navenda Çand û Hunerê hatibû lidarxistin bûn.

Merasîm bi bîranîna şehîdan dest pê kir. Paşê ji rêveberên Kongreya Star Zeyneb Mûrad di kesayeta têkoşer Viyan Soran hemû şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê bi bîranîn.

Zeyneb anî ziman, Viyan Soran heqîqeta jina kurd a azad a ku li hemberî zulmê serî natewîne  diyar dike û got, "Dîroka gelê Kurd bi têkoşînê tijî û dagirtî ye, Viyan Soran jî ji bo doza gelê Kurd agir bi bedena xwe xist."

Paşê jî şano û stranên şoreşgerî ji aliyê Tevgera Çand û Huner ve hatin pêkêşkirin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA