Êla Şemer ji bo wefata mîrê Êzidiyan taziye danî

Êla Şemer ji bo wefata Mîrê Êzidiyan ê Kurdistan û cîhanê, Tehsîn Beg taziye danî. Şandeyên ji Bakurê Sûriyê, Şengalê û Başûrê Kurdistanê serdana taziyê kirin.

Êla Şemer ji bo wefata mîrê Êzidiyan taziye danî
Êla Şemer ji bo wefata mîrê Êzidiyan taziye danî
Êla Şemer ji bo wefata mîrê Êzidiyan taziye danî
Êla Şemer ji bo wefata mîrê Êzidiyan taziye danî
1 sibat, 2019   16:14

QAMIŞLO

Mîrê Êzidiyan ê Kurdistan û cîhanê Mîr Tehsîn Elî Beg roja duşemê 28`ê Çileya 2019`an li nexweşxaneyekê yên bajarê Henoverê yê Almanyayê piştî nexweşiyê, wefat kir.

Wekî gavekê ku têkîliyên jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan, olan û çandan de rave dike, hevserokê Herêma Cizîrê û şêxê êla Şemer a Ereb Himêdî Deham El-Hadî taziye li avahiya xwe ya li gundê Til Elo yê navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişlo danî.

Bi dehan rûsiyên û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûspiyên êlên Ereb, Kurd, Êzidî, nûnerên pêkhateya Suryan, tevî şandeyên Êzidî ji Şengalê, Partiya Azadiyê ya Demokratîk a Şengalê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Êzidîxanê, şandeyên ji bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilarê Sûriyê û partiyên siyasî serdana taziyê kirin.

Şande ji hêla Şêx Himêdî Deham El-Hadî, nûnerên Êzidî, Suryan û Kurd  ve hatin pêşwazîkirin.

Di sersaxiyê de şêx Himêdî Deham El-Hadî axivî û destnîşan kir ku ew bi wefata mîrê Êzidiyan xemgîn in û di heman demê de ji bo kombûna Êzidî, Suryan, Kurd û Ereb kêfxweş in.

Şêx Himêdî Deham El-Hadî wiha domand: "Ev kombûn erkek dîrokî ye û ne nû ye. Ji ber ku bê dîrok pêşeroj jî tune ye. Em dîroka xwe ya serfiraz sererast dikin ji ber ku di encama bûyerên ku li herêmê rû dane de parçe bûye. Em hêvî dikin ku ev kombûn bibe cihê xêr ji tevahiya gelên herêmê re. Dîroka ku em niha xêz dikin, ji bo pêşerojek baştir e."

Her wiha hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Hesen Hecî axivî û got: "Bi navê şêniyên Şengalê em spasiya Rêveberiya Xweser, saziyên wê û tevahiya beşdaran dikin. Em wefata mîr Tehsîn Elî Beg wek windahiyek ji tevahiya pêkhateyan re li ser astên navdewletî û herêmî dihesbînin."

Li gel wan axaftinan, bi navên pêkhateya Suryan û êla El-Cibûr a Ereb axaftin hatin kirin û sersaxî ji bo wefate Mîr Tehsîn Elî Beg xwestin û biratiya gelan di navbera pêkhateyan de destnîşan kirin.

Serdana şandeyan heya saetên ber êvarê berdewam kir.

(şx)

ANHA