Çalakgerên Serêkaniyê bang li NY‘yê kirin

Greva birçîbûnê ya navçeya Serêkaniyê di roja sêyemîn bi daxuyaniyekê ji bo NY‘yê bi dawî bû.

Çalakgerên Serêkaniyê bang li NY‘yê kirin
1 sibat, 2019   15:33

HESEKÊ

Bi dirûşmeya `Bi rihê berxwedana girtîgehan em ê tecrîdê bişkînin`, şêniyên bajarê Serêkaniyê bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Greva birçîbûnê îro di roja sêyemîn de bi dawî. Îro 110 kes tev li grevê bûn.

Çalakgeran bi daxuyaniyekê ji Komsereya Bilind a NY`yêya Mafên Mirovan û raya giştî re çalakiya xwe bi dawî kir.

Daxuyanî wiha ye;

`Ji vir ji bajarê Serêkaniyê ji bin konê çalakiyê, bi rêya daxuyaniya xwe em metirsiyên xwe girêdayî binpêkirinên Tirkiyê yên domdar der heqê herêmê de tînin ziman. Tirkiyê Cerablus, Bab, Ezaz û herî dawî Efrîn dagir kirine. Tirkiyê di dagirkirina xwe de rêbazên dij mirovî û dûrî sinc û wijdanê bi kar anîn, bi vê yekê tavhiya peymanên mafên navdewletî binpê kirin. Tirkiyê li Efrîn darên zeytûnan hilkirin, rûbarên keskahî şewitandin, cihên dîrokî, talan û wêran dikin û sivîlan direvînin û dikujin. Ev tişt hemû li ber çavên cîhanê rû dan, beyî ku saziyên hiqûqî û mirovî helwestekê nîşan bidin.

Tevî wê jî dewleta Tirk hejmarek nayê jimartin ji parlamenter û sivîlên ku ji bo doza Kurd têdikoşin bi hinceta propogendaya terorê girtine. Tirkiyê bi van kirinan mafên û azadiya pêkateyên din sînordar dike. Tirkiyê îdia dike ku ew yek ji dewletêm Yekîtiya Ewropayê ye û rêzê ji hevpeymanên navdewletî yên mafên mirovan digire, lê kirinên wê barovajî wê tiştî ye. Greva birçîbûnê yek ji şêwazên têkoşîna aştiyane ya girtiyan e da ku nerazîbûnên xwe girêdayî ne di rêzê de bi wan re û bicihanîna mafên xwe rave bikin.

Li ser wê bi pêşengtiya palamentera Partiya Demokratîk  a Gelan Leyla Guven û hejmarek din ji hevalan di girtîgehên dewleta Tirk de dest bi greva biçîbûnê bi armanca şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Ji sê salan ve hevdîtinên parêzer û malbatê bi Ocalan re hatine qedexekirin. Ev tecrîdkirin der heqê girtiyan de mirovahiyê binpê dike. Ji bo şikandina wê tecrîdkirinê, Leyla Guven heta ku piştî ji girtîgehê hate derxistin, dîsa di berxwedana xwe de di greva ku derbasî 86 rojan bûye de berdewam e. Her wiha tenduristiya sivîlên ku ji bo doza Kurd a ku bûye dozek navneteweyî, têdikoşin bi taybet Leyla Guven giştine asta xeteriyê..

Ji ber wê û bi navê hemû  beşdaran em bang li civaka navdewletî û NY dikin ku bi berpirsyariyên xwe rabin û ji bêdengiya xwe li hember sûcên Tirkiyê derkevin. Ji ber ku berdewamkirina bêdengiyê encamên wê yên xeternak li ser asta navdewletî hene, di heman demê de baweriya cîhanê bi Neteweyên Yekbûyî re nahêle."

(şx)

ANHA