‘Armanca Tirkiyê parçekirina Sûriyê ye’

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 2 şehîdan; Dilbirîn Hesekê û Zagros Seyid li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê oxir kirin.

‘Armanca Tirkiyê parçekirina Sûriyê ye’
‘Armanca Tirkiyê parçekirina Sûriyê ye’
‘Armanca Tirkiyê parçekirina Sûriyê ye’
‘Armanca Tirkiyê parçekirina Sûriyê ye’
‘Armanca Tirkiyê parçekirina Sûriyê ye’
‘Armanca Tirkiyê parçekirina Sûriyê ye’
‘Armanca Tirkiyê parçekirina Sûriyê ye’
‘Armanca Tirkiyê parçekirina Sûriyê ye’
‘Armanca Tirkiyê parçekirina Sûriyê ye’
1 sibat, 2019   14:08

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên şehîd Dilbirîn Hesekê û şehîd Zagros Seyid li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ya bajarê Hesekê oxir kirin.

Şêniyan cenazeyên şervanê YPG`ê Berzan Hec Mehmûd (Dilbirîn Hesekê) û şervanê QSD`ê Mehmûd Hemade (Zagroz Seyid) ên ku di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûne, ji Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha şervanên YPJ/YPG`ê toreneke leşkerî li dar xist. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Samiya Xelîl, bi navê hêzên leşkerî fermandar Heyder Hesekê û bi navê Rêveberiya Xweser a Lubnanê Abdulselam Ehmed axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên her du şehîdan re hate xwestin û hat teqezkirin ku bi saya şehîdan gelê herêmê û hêzên leşkerî gelek destkeftî bi dest xistin. Her wiha hat destnîşankirin ku ew destekê didin çalakiya Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva biçîbûnê de ye.

Di axaftinan de hat gotin ku divê gelê herêmê xwe li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwe bi rêxistin bike, ji ber armanca wan ku Sûriyê parçe bikin û projeya demokratîk li Bakurê Sûriyê têk bibin. 

Her wiha hate teqezkirin ku Bakurê Sûriyê herêmeke ewle ye, bi saya şervanên YPJ/YPG`ê û QSD`ê ji hemû hêzên terorîst hatin rizgarkirin û hat destnîşankirin ku armanca Tirkiyê ji avakirina herêma ewle ku komkujiyan pêk bîne û herêmê mîna Lîwa Îskenderon tev li xaka xwe bike.

Paşê wesîqetên her du şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên her du şehîdan di nava dirûşmeyên dilsoziya ji bo şehîdan de hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA