Cotkarên Dirbêsiyê semada bi deyn dixwazin

Cotkarên navçeya Dirbêsiyê daxwaz ji Saziya Çandiniyê kir ku pêwîstiyên çandiyê bi deyn pêşkêşî wan bike. Saziyê jî diyar kir ku deynên wan li cotkaran pir e, ji ber wê nikarin semadê bi deyn bidin.

Cotkarên Dirbêsiyê semada bi deyn dixwazin
Cotkarên Dirbêsiyê semada bi deyn dixwazin
Cotkarên Dirbêsiyê semada bi deyn dixwazin
Cotkarên Dirbêsiyê semada bi deyn dixwazin
1 sibat, 2019   09:27

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê yek ji deverên ku bi çandiniyê tê naskirin ku axa wê ji bo çandina gelek cureyan guncaw e. Piraniya şêniyan debara xwe bi çandiniyê pêk tînin.

Sala derbasbûyî ji ber nehatina sermayê û zêde barîna barana biharê, ziyaneke mezin gihaşt çandiniyê. Îsal jî, bi destpêka zivistanê re gelek baran hat, di encamê de zirar gihîşt çandiniyê. Ji bo xilaskirina çandiniyê pêwîstî bi semada sar heye.

Cotkdarên Dirbêsiyê ku sala borî xisar dîtin, daxwaz ji Saziya Çandiniyê kir ku semadê bi deyn pêşkêşî wan bike.

Cotkdarê bi navê Ezedîn Xilêf diyar kir ku îsal ji ber barana zêde zirar gihîşt zeviyan û rengê wan zer bû û wiha anî ziman: "Hewcedarî bi semada sar heye. Em debara xwe bi çandiniyê dikin, sala derbasbûyî jî qezenca berheman kêm bû û Saziya Çandiniyê qebûl nake ku semadê bi deyn bide me."

Xilêf bang li Saziya Çandiniyê kir ku alîkariya wan bike da ku dîsa xisaran nebînin.

Her wiha cotkdarê bi navê Ehmed Hiso yê ji gundê Xenamiyê ev tişt anî ziman: "Em hemû semada sar dixwazin, lê ji ber tunebûna mesrefa kirînê dê mewsimê îsal ji bi zirar be. Hêvî dikim ku Saziya Çandiniyê çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne yan jî semadê bi deyn bide me."

Hevserokê Saziya Çandiniyê Salih Mamê diyar kir ku agahiya wan bi vê yekê heye û destnîşan kir ku deynên saziyê li cotkaran pir e û derfetên wan kêm e, lewma nikarin semadê ji bo wan peyda bikin.

(bm)

ANHA