Jin û zarokên kampên Til El-Beyîa û Yarûb alîkarî xwest

Jinên li kampên Til El-Beyîa û Yarûb ên gundewarên Reqayê diyar kir ku ew di şert û mercên zehmet de dijîn û bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya wan bikin.

Jin û zarokên kampên Til El-Beyîa û Yarûb alîkarî xwest
Jin û zarokên kampên Til El-Beyîa û Yarûb alîkarî xwest
Jin û zarokên kampên Til El-Beyîa û Yarûb alîkarî xwest
Jin û zarokên kampên Til El-Beyîa û Yarûb alîkarî xwest
Jin û zarokên kampên Til El-Beyîa û Yarûb alîkarî xwest
Jin û zarokên kampên Til El-Beyîa û Yarûb alîkarî xwest
1 sibat, 2019   09:18

EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Di encama şerê ku ev 8 sal e li Sûriyê rû dide, bi hezaran kes hatin koçberkirin û li gel koçberiyê û derfetên kêm, di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Hejmareke mezin ji wan di bin çadirên riziyayî de ku wan ji baran û seqema zivistanî naparêzin, dimînin.

Kampa Til Beyîa ku 50 malbat lê hene û kampa Yarûb jî 90 malbatên ji deverên cuda yên Sûriyê dihewîne. Koçber ji ber xemsarî û paşguhkirina rêxistinên mirovî di nava şert û merçên dijwar de dijîn.

Koçbera bi navê Xelfa El-Xidir a ji gundewarên Humsê anî ziman ku ji ber derfetên kêm û pêwîstiyên rojane rewş her ku diçe girantir dibe û diyar kir ku tunebûna xizmeta tenduristiyê û sermaya zivistanî bû sedema belavbûna nexweşiyan.

Zaroka koçber a bi navê Xilûd El-Hemûd ku di kampa Til El-Beyîayê de dimîne, wiha dibêje: "Ez dixwazim wekî zarokên din bijîm, ez ji mafê perwerdeyê bê par mame. Li vir sermsa, birçîbûn û xizanî heye, dema baran tê em di bin avê de dimînin, ev çadir jî me ji serma û germê naparêze. Ma gunehê me çi ye ku wisa bi serê me were. Em dixwazin bi aramî û aştî bijîn."

Zaroka bi navê Hind Mihemed êşa xwe bi vê gotinê anî ziman: "Em ji sermayê mirin."

Rewşa koçberên kampa Yarûb ya koçberên ji herêma Tedmûr ji ya koçberên kampa Til El-Beyîayê ne cuda ye. Koçberan bi dehan caran koç kirine. Herî dawî li kampa Yarûbê ya rojavayê bajarê Reqayê bi cih bûn.

Jina koçber bi navê Fîda Şilaş jî wiha axivî: "Ma wê rewşa me çawa be, xwarin nîn e ku em bixwin. Ez, hevjînê xwe û keça xwe di çadireke naylon de dimînin, ku me ne ji baranê û ne jî sermayê diparêze. Her car em neçar in ku çadireke nû ji kîsên naylon çêkin."

Jin û zarokên kampê bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya wan bikin.

(bb/bm)

ANHA