Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijara Hevpeymana Edeneyê ya di navbera rejîma Sûriyê û dewleta Tirk de, civînên Astana, lûtkeya serokên her sê dewletên ku destwerdana Sûriyê kirine (Rûsya, Îran, Tirkiyê), avakirina hikumeta Lubnanê û rola Hizbullahê tê de, Sûdan û Venezuelayê kirin.

Mijarên rojnameyên erebî yên îro
1 sibat, 2019   08:57

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Hevpeymana Edeneyê… Amûrekî zextê ye, ne çarçoveya hevkariyê ye

Rojnameya El-Ereb îro behsa Hevpeymana Edeneyê ya di navbera dewleta Tirk û rejîma Sûriyê de kir û wiha got: “Ne tiştekî nû bû ku Hevpeymana Edeneyê ji aliyê serokê Rûsyayê Pûtîn ve dema hempîşeyê xwe yê Tirk pêşwazî kir, anî bîra wî. Berê jî Tirkan di salên derbasbûyî de, ji bo rewakirina destwerdana xwe ya leşkerî di Bakurê Sûriyê de, ev hevpeyman bi bîr dixist.”

Şerq El-Ewset: Lûtkeya Rûsya-Tirkiye-Îranê beriya Astanayê pêk tê

Her wiha rojnameya Şerq El-Ewset jî behsa mijara Sûriyê kir û wiha got: “Ji bo lûtkeyeke nû ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de li Soçî ya Rûsyayê, beriya civînên yê ku dê vê mehê werin lidarxistin, amadekarî têne kirin. Çavkaniyên ragihandinê teqez kir ku dê lûtke 14`ê vê Sibatê were lidarxistin. Çavkaniyan ji wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku dê serokê Tirkiyê Erdogan serdana Soçiyê bike û dê beşdarî lûtkeya der barê Sûriyê de bibe.”

Lubnan

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsandin: “Piştî bendewariya 8 mehan, duh roja pêncşemê astengiyên li pêşberî avakirina hikumeta Lubnanê ya bi rêveberiya Seed El-Herêrî rabûn. Çavkaniyên siyasî yên Lubnanê da zanîn ku Hizbullah bi ser ket û hemû taîfe wekî sunnî, xiristiyan û dirûz derbas kirin û îsbat kir ku avakirina hikumeta Lubnanê êdî dê bi erêkirina wê be.”

Venezuela

Her wiha rojnameya El-Heyat aloziya Venezuelayê nirxand û wiha got: “Endama siyaseta karên derve ya Yekitiya Ewropayê Federica Morgherini ragihand ku wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê biryar daye ku komeke taybet ji bo Venezuelayê ava bikin.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Tê payîn ku serokê nû yê şandeya ji bo El-Hudeyda generalê danîmarkî Michael Lolisgaard roja yekşemê biçe paytexeta Urdunê Emanê.”

Sûdan

Têkildarî çalakiyên li Sûdanê jî rojnameya El-Ereb wiha got: “Li Sûdanê çalakiyên bi navê “Tenê biçe” zêde dibin. Serokê Sûdanê Umer Hesen El-Beşîr heta niha nikaribû hêrsa gel kêm bike, ev yek jî ji ber gelek çîn û hêzên civaka Sûdanê beşdarî çalakiyên li dijî wî bûne.”

(kc)