Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş 24 saetan di xizmetê de ye

Gavên ku komîteya girêdayî vekirina Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş avêtine, serkeftî ne. Nexweşxane 24 saetan bi hemû beşên xwe di nava xizmetê de ye û bê pere xizmetê pêşkêş dike.

Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş 24 saetan di xizmetê de ye
Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş 24 saetan di xizmetê de ye
Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş 24 saetan di xizmetê de ye
Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş 24 saetan di xizmetê de ye
Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş 24 saetan di xizmetê de ye
Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş 24 saetan di xizmetê de ye
Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş 24 saetan di xizmetê de ye
1 sibat, 2019   09:08

EHMED EL-KIMYAN / GIRÊ SPÎ

Komîteya Tenduristiyê ya navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî 26‘ê Çileyê Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş vekir. Vekirina nexweşxaneyê ji bo şêniyên navçeyê û gundewarên wê gaveke girîng bû, nemaze ku navendên teduristiyê li navçeyê kêm in.

Nexweşxane ji 5 beşan pêk tê û ji aliyê kadroyên tenduristiyê yên pispor ve tê birêveberin.

Nexweşxane di navbera bi dehan gund û bajarokên navçeyê de ye. Li aliyekî din vekirina nexweşxaneyê li navçeyê rêya şêniyan kurt dike. Beriya ku nexweşxane were vekirin, şênî neçar diman ku heta 50 km derbas bikin da ku bigihîjin bajarê Girê Spî yan jî Reqayê.

Dema ku Reqa ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate dagirkirin, hinek bijîşkên ji Reqayê nexweşxaneyên xwe yên taybet li navçeyê vekiribûn. Lê piştî ku Reqa hat rizgarkirin, bijîşk dîsa vegeriyan bajarê xwe. Lewre jî navendên tenduristiyê li navçeyê nemabûn. Komîteya Tenduristiyê jî pêwîstî bi vekirina Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş dît.

Ji şêniyên navçeyê Xelîl El-Heweş û Ebd El-Ewad vekirina nexweşxaneyê pîroz kir ku dawaz ji kadroyên wê kir ku alîkariyeke baş pêşkêşî şêniyan bikin.

Xebatên amadekirina nexweşxaneyê 3 mehan dewam kirin û bi serkeftin bi encam bûn.

Beşên nexweşxaneyê

Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş ji van beşên xizmetê pêk tê; jin, zarok, emeliyat, destwerdana lezgîn, hundirîn, laboratuar, dermanxane û ambulansek.

Di nexweşxaneyê de 21 textên nexweşan hene û 24 saetan bê pere xizmetê pêşkêş bike.

Yek ji xebatkarên nexweşxaneyê Xelîl El-Ebd destnîşan kir ku ew xebatên amadekirina nexweşxaneyê didomînin û di demên nêz de dê beşa rontgen (sûretê eşia) jî vekin. Xelîl diyar kir ku 10 bijîşkên pispor û hemşîre, xebatkdarên paqijiyê, her wiha kesên ku dewreyên perwerdeyê yên tenduristiyê yên Tevgera Ciwanên Şoreşger dîtine, dixebitin.

(bb/bm)

ANHA