Lezgîn Kor: Pêşniyara Tirkiyê ya hevpeymana Edenayê wê bi sernekeve

Endamê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê Lezgîn Kor got, îhtîmal heye ku rêjîma Sûriyê bi hevkariya Rûsya operasyoneke leşkerî li Idlibê pêk bîne û teqez kir ku pêşniyara Tirkiyê ya girêdayî hevpeymana Edenayê wê bi sernekeve.

Lezgîn Kor: Pêşniyara Tirkiyê ya hevpeymana Edenayê wê bi sernekeve
1 sibat, 2019   06:37

CAFER CAFO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Endamê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê Lezgîn Kor girêdayî mijara Idlibê û tîfaqa Edeneyê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye pêşniyarkirin ji ajansa me re axivî.

Lezgîn di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku bi biryara Amerîkayê ya vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê re çavbiçîbûna Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo vejandina xewnên Osmanî û dagirkirina herêmê zêde bûne.

Lezgîn derbarê hevpeymana Endeneyê got:"Tirkiyê vegera tîfaqa Endaneyê xistiye rojevê, lê ev tîfaq bi şertên giran ji aliyê Şamê ve hate qebûlkirin. Armanca Tirkiyê ya avakirina herêma ewle wê biser nekeve."

Derbarê rewşa Idlibê Lezgîn Kor wiha anî ziman:"Tirkiyê peyama Sochi pêk ne anî, diviya bû ku çete çekên xwe yên giran ji herêma bêçek veikşîne, gelek komên çete yên girêdayî Tirkiyê di dema ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam tevahî parêzgeha Idlibê kontor kir tesfiye bûn. Li gorî tîfaqê diviya bû ku komên terorîst ên li Idlibê hatibana tesfiyekirin. Niha li Idlibê tenê terorîst mane, di heman demê de rêjîmê hêzên xwe li gundewarên Idlibê bi cih dike, bi gotineke din îhtîmal e ku hêzên rêjîmê operasyoneke leşkerî li Idlibê pêk bîne."

Li ser mijara avakirina komîteya destûrî Lezgîn ev tişt got:"Divê destûr mafê hemû pêkhateyên Sûriyê, sîstemeke demokratîk, ne navendî mîsoger bike."

Lezgîn Kor di dawiya axaftina xwe de got: "Di gel nakokiyên heyî divê hêz û partiyên siyasî hevgirtina xwe ava bikin û dest bi diyalogên Sûrî-Sûrî bikin da ku dawî li aloziya ku ev çend salin didome, were. Divê hemû hêz û partiyên siyasî yên li ser erdê xebatên xwe di vê çarçoveyê de bidin meşandin. Di dawiyê de çareserî wê ji aliyê gelê Sûriyê ve be."

ANHA