Akademiya Tenduristiyê ya Rojava dewreya 43 xwendekaran qedand

Akademiya Tenduristiyê ya Rojava dewreya hemşîretiyê ya 43 xwendekaran bi dawî kir.

Akademiya Tenduristiyê ya Rojava dewreya 43 xwendekaran qedand
Akademiya Tenduristiyê ya Rojava dewreya 43 xwendekaran qedand
Akademiya Tenduristiyê ya Rojava dewreya 43 xwendekaran qedand
Akademiya Tenduristiyê ya Rojava dewreya 43 xwendekaran qedand
Akademiya Tenduristiyê ya Rojava dewreya 43 xwendekaran qedand
Akademiya Tenduristiyê ya Rojava dewreya 43 xwendekaran qedand
Akademiya Tenduristiyê ya Rojava dewreya 43 xwendekaran qedand
Akademiya Tenduristiyê ya Rojava dewreya 43 xwendekaran qedand
31 ÇILE, 2019   18:39

QAMIŞLO

Akademiya Tenduristiyê ya Rojava ya herêma Cizîrê dewreya hemşîteriyê ya 43 xwendekarên ji deverên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmekê bi dawî kir.

Merasîm li Hola Rewabî ya rojavayê bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Xwendekar û malbatên wan, endam û rêveberên akademiyê beşdarî merasîmê bûn.

Dewreya Perwerdeyê 6 mehan dewam kir. Di meha destpêkê de waneyên li ser rêbazên xîtabetê, azadiya jin û rexne û rexnedayîn hatin dayîn. Di mehên din waneyên teorîk girêdayî şîrovekirina bendê, kîmiya, fîzyolojiya, destwerdana lezgîn û hwd hatin dayîn her wiha li nexweşxaneya jî waneyên piratîkî hatin dîtin.

Di merasîmê de, senevîzyoneke li ser sîstema akademiyê û wêneyên têne dayîn û jinan xwendekaran li wir hate pêşandan.

Paşê jî helbestvan Ferhadê Merdê û koma Serdemê ya girêdayî Erka Xweparastinê helbest û mûzîk pêşkêş kirin.

Berpirsên akademiyê bawernama li xwenedekaran belav kirin. Xwendekaran jî sond xwarin ku ew ê li gorî sîstema akademiyê bixebitin.

Xwendekara bi navê Zerîfe Hemkero li ser perwerdeya akademiyê ji ajansa me re wiha got, "Me 6 mehan pewerde dît, me gelek sûd jê girt. Sîstema li vê akademiyê ji sîstema zanîngeh û peymangeh û akademiyên dîtir cûda ye, ji ber ku xwendekar dikare di her warê tibî bixebie. Gaveke pir baş bû, em ê di demên pêş de xizmeta tenduristiyê pêşkêşê gel xwe bikin."

Xwendekarê bi navê Îbrahîm Silêman jî ji aliyê xwe ve got wan gelek sûd ji perwerdeyê girtin û anî ziman "Tib karekî mirovî ye, ne wesîleya komkirina pere an jî bazirganiyê ye, piştî em li nexweşxaneyan werin belavkirin em ê li gorî sîstema akademiyê kar bikin û xizmetê pêşkêş bikin."

ANHA