2‘yemîn Konferansa Yekitiya Jinên Êzidî bi dawî bû

Konferansa duyemîn a Yekitiya Jinên Êzidî ya kantona Efrîn û bajarê Helebê bi hilbijartinên endamên Koordînasyona yekitiyê û encamnameyê bi dawî bû.

31 ÇILE, 2019   18:11

ŞEHBA

2’yemîn konferansa Yekitiya Jinên Êzidî ya kantona Efrînê û bajarê Helebê bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê têkoşîna jinên Êzidî bilind bikin" li Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin.

Nûnerên jinên Şengalê, jinên bajarê Helebê, bi sedan jinên Êzidî yên Efrînê, her wiha nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Kongreya Star beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de Hevseroka Meclisa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif axivî û destnîşan kir ku dijminên gelê Kurd jinên Êzidî kirin hedef, komkujî û qetîlam li ser wan pêk anîn, ji ber ku dizanin jin bingeha avakirina civakê ye û pêşengtiya şoreşê dike, bi hêza jin gel bi serdikeve.

Hediya Yûsif her wiha destnîşan kir, "Bi şoreşa Rojava re jinan xwe azad û rêxistin kirin û di her qadan de rola xwe pêk tînin. Jinên Êzidî bi vê konferansê nameyekê didin dijminên gelê Êzidî ku ew ê hene û li ber xwe didin û ti carî serî natewînin."

Di konferansê de, Berdevka Şandeya Jinên Şengalê Şemra Remo konferans pîroz kir û got, "Jinên Şengalê piştgiriyê didin jinên Êzidî yên li Efrînê û di êşên wan parve dikin."

Di berdewama konferansê de, ropra salane ya Yekitiya Jinên Êzîd ya kantona Efrînê û bajarê Helebê ji aliyê mamoste Binefş Seydo ve hate xwendin.

Piştre jî beşdaran nîqaş û pêşniyarên xwe derbarê pêşxistina kar de anîn ziman. Ji pêşniyarên hatine kirin, xurtkirina perwerdeyên zanistî, bilindkirina têkoşînê li hemberî dagirkirinên Efrînê.

Her wiha hate gotin, pêwîste jinên Êzidî xwe ji pirsgirêkên koçberiyê biparêzin û ji têgeha exlaq û felsefeya jina azad dûr nekevin.

Paşê jî rêzikname hate xwendin û li gorî pêşniyaran hin bendên wê hatin guhertin û bi piraniya hemû delegeyan rêzikaname hate erêkirin.

Her wiha ji bo hilbijartinan endamên Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî dengdan pê hat. Eyşe Seydo û Meryem Cindo wekî nûnerên kantona Efrînê û Raniya Cafer a Helebê hatin hilbijartin. Endamên nû soza pêkanîna karê xwe bi rêkûpêk da.

Konferansa bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de biryarên ku hatin girtin û teqezî li ser berdewana berxwedanê li hemberî siyasetên dagirkeriya Tirkiyê hate kirin.

Konferans bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin bi dawî bû.

ANHA