Asayîşa PDK'ê êrîşê çalakvanên li Hewlêrê kirin

Asayîşa PDK’ê êrîşê çalakvanên jin yên ku li ber derê Nûnertiya Neteweyên Yekbuyî ya li Hewlêrê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest bi çalakiya grevê kirin, kir. Asayîşê çadirên çalakvanan rakirin û kel û pelê wan desteserkir.

Asayîşa PDK'ê êrîşê çalakvanên li Hewlêrê kirin
31 ÇILE, 2019   17:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Meclîsa Îştarê greva birçîbûnê destpê kir. Çalakgeran bi heman armancê serdana Nûnertiya NY'yê kiribûn û destûr wergirtibûn.

Beriya niha 30 deqeyan Asayîşa PDK’ê êrîşê çalakvanan kir û çadirên wan hemû rakirin. Her wiha Asayîşa PDK’ê hemû kel û pelên çalakvanan jî desteser kirin. Çalakvanên jin yên di greva birçîbunê de dest bi çalakiya protestoyî kirine.

Duh endamên Meclîsa Îştar a Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo balê bikişînin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdana Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê kirin û piştî serdanê li ber Nûnertiya NY'yê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin.