Rêziknameyên du desteyên din hatin erêkirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêziknameyên Desteya Darayî û Desteya Karûbarên Civakî bi piraniya endaman erê kirin. Her wiha mîrdîriyeta bazirganiyê tev li Desteya Darayî hate kirin.

Rêziknameyên du desteyên din hatin erêkirin
31 ÇILE, 2019   17:27

GIRÊ SPÎ

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya asayî li avahiya meclisê ya navçeya Eyn Îsa ya kantona Girî Spî li dar xistin.

Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo û Ferîd Etê û cîgirên wan û endamên meclisa giştî di civînê de amade bûn.

Meclisa Giştî pêşniyara ku Mûdîriyeta Bazirganiyê ya girêdayî Desteya  Çandî û Aborî tev li Desteya Darayî were kirin, ku ji aliyê Meclisa Rêveber ve hatibû pêşniyarkirin pêşkêş kir.  Pêşniyar piştî ku ji aliyê hevserokatiya Rêveberiya Xweser ve hate şîrovekirin bi piraniya endaman hate qebûlkirin.

Piştre jî rêziknameyên Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Darayî ji aliyê endamê Dîwana Meclisa Giştî Yasir Silêman ve hate xwendin.

Piştî nîqaşn û pêşniyaran li ser rêziknameyan di warê qanûnî de Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzikname erê kirin.

Meclisa Giştî beriya niha rêziknameyên desteyên "Hundirîn, Çand, Çiwan û Werzîşê" hatibûn erêkirin.

ANHA