Pêşangeha "Ji bo te ey Efrîn" bi elaqeyeke mezin hate pêşwazîkirin

Pêşangeha "Ji bo te ey Efrînê" ku balê dikşîne ser berxwedana Efrînê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyê wê de di roja duyemîn de bi elaqeyeke mezin hate pêşwazîkirin.

Pêşangeha "Ji bo te ey Efrîn" bi elaqeyeke mezin hate pêşwazîkirin
Pêşangeha "Ji bo te ey Efrîn" bi elaqeyeke mezin hate pêşwazîkirin
Pêşangeha "Ji bo te ey Efrîn" bi elaqeyeke mezin hate pêşwazîkirin
Pêşangeha "Ji bo te ey Efrîn" bi elaqeyeke mezin hate pêşwazîkirin
Pêşangeha "Ji bo te ey Efrîn" bi elaqeyeke mezin hate pêşwazîkirin
Pêşangeha "Ji bo te ey Efrîn" bi elaqeyeke mezin hate pêşwazîkirin
Pêşangeha "Ji bo te ey Efrîn" bi elaqeyeke mezin hate pêşwazîkirin
31 ÇILE, 2019   16:57

HELEB

Pêşengeha "Ji bo te ey Efrîn" ku ji aliyê Yekitiya Rewşenbîrên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ve li Hola Zeytûn a beşê rojhilatê taxê hatiye vekirin di roja duyemîn de bi elaqeyeke mezin ji aliyê şêniyên taxê ve hate pêşwazîkirin.

Bi sedan şêniyên taxê di saetên sibehê ve berê xwe dane hola pêşangehê û girîngiya vê pêşangehê destnîşan kir.

Şêniya bi navê Semîra Mihemed Umer anî ziman ku dema wê bihîst ku pêşangeheke der barê Efrînê de hatiye vekirin pir kêfxweş bû û ev tişt anî ziman, "Bi van tabloyan min rewşa Efrînê hîs kir, ez pir xemgîn bû, heya bi darên zeytûnan jî ji hovîtya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê nefilitîn."

Ji aliyê xwe ve Mustefa Elî jî spasiya Yekitiya Rewşenbîran kir ku ev çalakî li dar xistiye û got, "Di van wêneyan de êşa jin, zarok û zilaman diyar dibe. Wekî şêniyên taxa Şêxmeqsûdê em piştgiriya xelkên Efrînê dikin."

Lewend Mîrok jî ku serdana pêşangehê kiriye anî ziman ku pêşangeh girêdana navbeyna şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Efrînê diyar dike û got "Madem berxwedana gel berdewam e dê planên dijmin têk biçin."

Lewend her wiha anî ziman, "Ya ku ji van wêneyan bala mirov dikşîne derketina neçar ya gelê Efrînê ji warê xwe. Ev tablo hêza jin û berxwedana wê diyar dike."

Pêşangeh heta sibe jî pêşwaziya şêniyan dike.

ANHA