Greva birçîbûnê,  rêbazeke ji berxwedana ya dijî faşîzmaya Tirkiyê ye

Greva birçîbûnê cureyek din ji cureyên berxwedana gel li zîndanên û dervayî wê li kolan, tax, qad û heta konan de ye. Li Kurdistan û Ewropa tekoşîna ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelî Kurd Abdullah Ocalan li dijî faşîzma Tirkiyê didome.

Greva birçîbûnê,  rêbazeke ji berxwedana ya dijî faşîzmaya Tirkiyê ye
Greva birçîbûnê,  rêbazeke ji berxwedana ya dijî faşîzmaya Tirkiyê ye
31 ÇILE, 2019   14:20

EHMED SEMÎR – BASIL REŞÎD / QAMIŞLO

Ji 27`ê Tîrmeha sala 2011‘an dewleta faşîst a Tirkiyê tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye û komplo kete sala 20`an, ji Adara sala 2015`an ve dewleta Tirkiyê nahêle parêzerên serdana mewkilê we li girtîgeha Îmralê bikin, ev yek jî bandorekî li ser gel, civak û herçar parçeyên Kurdistan û cîhanê kir.

Ji bo rakirina tecrîda giran, Parlamentera HDP`ê ya li Bakurê Kurdistanê Leyla Guven ji 8`ê mijdarê di greva birçîbûnê de ye. Piştî ku girtîngeha faşîst a Tirkiyê serbest hate berdan jî greva xwe didomîne. Rewşa tenduristiyê ya Parlamenter Leyla Guven di demên dawîn de ber bi hilweşandinê ve diçe, her wiha nûnerê Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz di roja 72 roje di greva birçîbûnê de ye.

Greva Leyla Guven li hemû Kurdistan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Ewropa deng veda, şênî rojan e çalakiyên greva birçîbûnê li dar dixin, her wiha meşên piştgiriya bi Leyla Guven û Rêberê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan li dar xistin, heta ku greva birçîbûnê bû rê û cureyek ji berxwedanê ku zextê li ser faşîsta Tiriyê bikin da ku daxwazên wê pêk bînin û dengê wê bigihînin raya giştî.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ranewestiyan û bi Leylayê re dest bi greva birçîbûnê kirin.

Di bin dirûşmeya "Bi rihê berxwedana zîndanan em ê tecrîdê bişkînin" zêdetirî 250 jin û zilam ji şêniyên bajarê Qamişlo piştgirî dan parlamenter Leyla Guven û heta 3`ê rojan ketin grevê.

Li kêleka Kurdan pêkhateya Ereb, Suryan û Ermen 3`ê rojan ketin greva birçîbûnê de a di bin konê li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya bi Leyla Guven re.

Kon li pêşiya Komseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatiye vedan, armanca wê gihandina nameyekê û dengê parlamenter Leyla Guven ji rêxistinên mirovî re da ku binpêkirinên Tirkiyê rawestîn in.

Dayika Fatima Hesen a ji pêkhateyê Erebe ku li kêleka dayikên Kurd beşdarî grevê bûbû ji ajansa me re wiha got:"Em piştgiriya berxwedana hevala Leyla Guven ku kete roja 85 rojan dikin, her wiha tekoşerên di zîndana Erdogan dikin."

Dayika Fatime bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û NY`ê dikin ku daxwazên Leyla Guven pêk werin û tecrîda giran li ser Ocalan bê rakirin.

Li ser rola wan wek pêkhateyên Ereb ku beşdarî greva birçîbûnê bûne, dayika Fatima wiha got:"Em wek gelê Ereb beşdarî konê çalakiyê bûn da ku ji cîhanê re ragihînin ku em wek pêkhateyên Ereb û Kurd yek in û dilê me yek e, em ê heta dawiyê tekoşînê bikin, em hemû Leyla Guven in."

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Îsa Mihemed wiha got:"Ev ne cara yekemîn û dawî ye ku em dikevin greva birçîbûnê, çalakvanên di girtîgehên Tirkiyê de şehîd bûn û li ser gora xwe nivîsand em deyndarên gelê xwe ne, em jî deyndarên wan in."

Mihemed wiha domand:"Em dixwazin dengê xwe bigihînin hemû cîhanê û rêxistinên mirovahiyê û dibêjin ne kuştin, tecrîd û zîndan dikarin îradeya me bişkînin, berovajî wê, hevala me Leyla Guven îradeya dewleta Tirkiyê şikand, ji ber vê yekê ew ji girtîgeh derxistin, lê tecrîd li ser Rêber Ocalan dewam dike, em ranawestin heta ku em Rêberê Kurd di nav xwe de dibînin, ev grev ranawestê em ê hertim li qadan bin."

Li ser tekoşîna Leyla Guven ku niha di rewşa wê ya tenduristiyê ne başe, Mihemed  wiha got:"Em ê hertim bi Leyla Guven re ne, encamên berxwedana wê li Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê derketin dema ku gelê li wir li dijî bargehên dagirkeriya Tirkiyê derketin, em gavekê paşde navêjin heta ku daxwazên me pêk tên."

Hêjayî gotinê ye ku greva ku Kongreya Star banga wê kirbû, li bajarê Qamişlo dawî bû û dê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike.

(jo)

ANHA