‘Leyla Guven sembola berxwedanê ye’

Tevgera Jinên Ciwan ên navçeya Eyn Îsa bi armanca destekdayîna çalakiya Leyla Guven meşek li dar xist. Jinan di meşê de got Leyla Guven sembol û mînaka berxwedana jinên azad e.

‘Leyla Guven sembola berxwedanê ye’
31 ÇILE, 2019   14:05

GIRÊ SPÎ

Tevgera Jinên Ciwan a navçeya Eyn Îsa bi armanca destekdayîna çalakiya Leyla Guven ku ev 85 roj e ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, meşek li dar xist.

Bi dehan jinên navçeya Eyn Îsa, gundewarên wê û kantona Girê Spî tev li meşê bûn. Di meşê de wêneyên Leyla Guven, ala Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk, ala Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û pankartên bi nivîsa "Bijî berxwedana jinên azad”, “Bijî berxwedana Leyla Guven” û “Heger jin azad nebe civak azad nabe" hatin hildan.

Meşê ji ber Meclisa Gel a navçeya Eyn Îsa dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Leyla Guven, berxwedana Îmraliyê û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê hatin berzkirin.

Meş li sûka navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Îvan Sed, endama Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Emer axivîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku hemû jinên cîhanê destekê didin Leyla Guven û li dijî faşîzma Tirkiyê disekinin. Hat destnîşankirin ku tevî hemû zehmetiyan, dê heya serkeftinê berxwedana wan berdewam bike.

Paşê bi navê Jinên Ciwan ên Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Ciwanên Sûriyê Perwîn Eyo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nava hemû rewşan de jinên têkoşer berxwedanê didomînin û wiha dom kir: “Heta ku armancên me pêk werin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Leyla Guven mînaka vê yekê ye ku ev 85 roj e di greva birçîbûnê de ye.”

Jinên ciwan di daxuyaniya xwe de bêdengiya navdewletî ya li hemberî berxwedana Leyla Guven şermezar kir.

Meş bi dirûşmên silavdayîna berxwedana jinên azad bi dawî bû.

(bx/bm)

ANHA