Rûsyayê ji Amerîkayê xwest ji Tenefê derkeve!

Rûsyayê bang li DYA`yê kir ku da ku hêza xwe ji herêma Tenef a başûrê rojhilatê Sûriyê vekişîne.

Rûsyayê ji Amerîkayê xwest ji Tenefê derkeve!
31 ÇILE, 2019   11:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Spûtnîkê, berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova di civîna çapemeniyê ya îro de got divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di demeke kurt de hêza xwe ji herêma Tenef bikişîne û radestî rejîma Sûriyê bike.

Lê ji aliyekî din ve jî şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê DYA’yê John Bolton di destpêka meha Çileyê de daxuyaniyek dabû û gotibû welatê wî hêza xwe di vê demê de ji baregeha Tenefê nakişîne.

Çavkaniyên din jî ragihand ku John Bolton plan kiriye ku serdana Îsraîlê bike da ku hêza xwe di baregeha Tenefê de bihêle. Li gorî Bolton ji ber hebûna hêza wan di Tenefê de, rê li pêşiya belavbûna hêza Îranê li herêmê digire.

DYA’yê baregeha Tenefê di sala 2014`an de ava kir û di baregehê de 200 leşkerên DYA’yê hene.

(kc)