Gundên rojhilatê Dêrazorê ji bermayên DAIŞ’ê tên paqijkirin

Pisporên vekirina mayînan ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li gundên rojhilatê Dêrazorê gelek hewan û mayînên bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê îmha kirin.

Gundên rojhilatê Dêrazorê ji bermayên DAIŞ’ê tên paqijkirin
31 ÇILE, 2019   09:43

DÊRAZOR

Şêniyên gundên rojhilatê Dêrazorê agahî dan Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li derdora malên wan mayîn heye. Piştî agahî hat dayîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe dan cihên mayînan û ew vekirin.

Li herêmê di encama lêgerînê de 5 rokêtên hewan û mayînek a çeteyên DAIŞ`ê hatin dîtin. Pisporên teqemeniyan roket û mayîn vekirin, derdora malan paqij kirin û teqemenî birin cihên dûrî sivîlan.

Pisporên teqemeniyan, herêmên ku di encama qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tinekirina Terorê” de ji destê DAIŞ’ê hatîn rizgarkirin, bermayên çeteyan paqij dikin.

(jo/bm)

ANHA