Konferansa Yekitiya Jinên Êzidî dest pê kir

Konferansa 2’yemîn a Yekitiya Jinên Êzidî ya kantona Efrînê û bajarê Helebê dest pê kir.

Konferansa Yekitiya Jinên Êzidî dest pê kir
31 ÇILE, 2019   09:34

ŞEHBA

Yekitiya Jinên Êzidî ya kantona Efrîên û bajarê Helebê bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê têkoşîna jinên Êzidî bilind bikin" dest bi 2’yemîn konferansa xwe kir. Konferans li Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê tê lidarxistin.

Nûnerên jinên Şengalê, jinên bajarê Helebê, bi sedan jinên Êzidî yên Efrînê, her wiha nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Kongreya Star beşdarî konferansê bûn.

Di hola konferansê de wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, şehîd Zekî Şengalî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Yekitiya Jinên Êzidî, ala Yekitiya Êzidiyan, ala Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê têkoşîna jinên Êzidî bilind bikin", "Berxwedana Leyla Guven sembola azadiya jinên cîhanê ye" û "Bi rihê berxwedana Xanî, Avesta û Barînê, Efrînê rizgar bikin" hatin daliqandin.

Di konferansê de hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Sûad Hiso axivî û destnîşan kir ku ew konferansa xwe di nava binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne de li dar dixin.

Sûad diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şoreşa Rojava veguherî şoreşa jinê û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li dijî siyaseta qirkirinên li dijî Êzidîyan têkoşîna xwe bilin bikin.”

Paşê sînevîzyona derbarê jinên Êzidî de hat pêşandan.

Konferans didome…

(bx/bm)

ANHA