Îmaratê “herêma ewle” ya Tirkiyê red kir

Wezîrê karên derve yê Îmaratê Enwer Qirqaş ragihand ku welatê wan avakirina “herêma ewle” ya di bin serweriya Tirkiyê de red dike û dê Îmarat li kêleka parastina Kurdên Sûriyê bisekine.

Îmaratê “herêma ewle” ya Tirkiyê red kir
31 ÇILE, 2019   09:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îmarata Erebî Enwer Qirqaş ji televîzyona El-Hura ya Amerîkayê re diyar kir ku welatê wan li kêleka parastina Kurdên li Sûriyê disekine, bi taybet jî piştî ku Amerîka jê vekişe.

Qirqaş da zanîn ku piştî danûstandinên Îmaratê bi hin hevalbendên wan re, sefareta Îmaratê carake din li Sûriyê vekirin da ku bandorê li rûdanên wir bike.

Qirqaş destnîşan kir ku welatê wan bi biryara civaka navneteweyî ya ku dibêje heta ku aliyên siyasî sererast nebin, ew ê ji nû ve di avakirina Sûriyê de nebin alîkar, girêdayî ne û carake din welatê wî hebûna Îranê li Sûriyê red dike.

(jo)