Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijarên wekî Sûriye, hevdîtina seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed bi Trump re, Iraq û hin mijarên din kir.

Mijarên rojnameyên erebî yên îro
31 ÇILE, 2019   08:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Ewset: Rûsya û Îsraîl hewl didin neyên beramberî hev

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa mijara Sûriyê kir û wiha got: “Şandeya Rûsî ku ji nûnerê serokê Rûsyayê yê kar û barên Sûriyê Alexander Laverentiev û cîgirê wezîrê karên derve Sergei Verchinin pêk dihat, bi serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu, şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Îsraîlê Meir Ben Shabat û serokê Desteya Operasyonan a Fermandariya Giştî ya Artêşa Îsraîlê serbaz Ehron Halwa re rûnişt. Di civînê de, Moskov û Til Evîvê her du aliyan li hev kir ku li Sûriyê neyên beramberî hev.”

El-Heyat: Kurdan bi Washingtonê re garantiya piştî vekişandinê û herêma ewle nîqaş kirin 

Rojnameya El-Heyat jî behsa mijara Sûriyê kir û wiha nivîsand: "Çavkaniyekî ji rêveberiya Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) ragihand ku serok Donald Trump soz daye ku ew ê Kurdan li Sûriyê ji Erdogan re nehêlin da ku wan bikuje. Her wiha dema Trump seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed li Washingtonê pêşwazî kir, hezkirina xwe ji bo Kurdan anî ziman. Heman çavkanî ku beşdarî civînan dibe, da zanîn ku wan garantî û soz standine ku wê vekişandina Amerîkayê bi baldarî be û ew ê heta demeke kurt were taloqkirin.”

Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê Besam Seqir ji El-Heyat re axivî û wiha got: “Şandeya MSD`ê bi rêveberiya hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed li Washingtonê bi endamên Meclisa El-Şiyûx re dest bi hevdîtinan kirine. Her wiha wê hevdîtinan bi Wezareta Karên Derve û ya Parastinê re jî çêkin û mijara vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê û herêma ewle ku li ser sînorê bi Tirkiyê re tê pêşniyarkirin ku were avakirin, nîqaş bikin.

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb wiha got: “Rûsya têkildarî hebûna leşkerî ya Amerîkayê, derbasî xeta aloziya Iraqê ya germ bû, ev yek jî wê şerê ku aliyên Iraqî yên girêdayî Îranê dixwazin, gurtir bike.”

Sûdan

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa mijara Sûdanê kir û wiha got: “Di çarçoveya çalakiyên ku li bajarên Sûdanê têne lidarxistin de bi sedan mamoste û şagirt li zanîngeha El-Xertûm çalakî li dar xistin û piştgirî dan avakirina hikumetê.”

Filistîn

Têkildarî rewşa Filistinê jî rojnameya El-Ereb wiha got: "Hate teqezkirin ku hikumeta nû ya Filistînê ku dê were avakirin, dê hemû komên rêxistina Tehrîr negire nava xwe, di demekê de ku nakokiyên hundirîn zêde bûne.”

Yemen

Rojnameya El-Ereb jî behsa mijara Yemenê kir û wiha nivîsand: “Balkêş e ku nûnerê navneteweyî Martin Griffiths beriya biçe El-Hudeyda da ku aloziya wir kêm bike, hate paytexta Yemenê Senayê û bi fermandarê Hûsiyan re civiya.”

Venezuela

Her wiha têkildarî rewşa Venezuelayê rojnameya Şerq El-Ewset manşeteke xwe wiha bi nav kir: “Serokê Amerîkayê Donald Trump roja çarşemê piştgirî da daxwaza bi hezaran muxalîfên Venezuelayê ku artêşa Venezuelayê dev ji serokê Venezuelayê Nicholas Maduro bere û ev yek jî wek têkoşîna ji bo azadiyê bi nav kir.”

(kc)