Kar û xebatên Şaredariya El-Cezratê

Şaredariya Gel a El-Cezrat a gundewarên rojavayê bajarê Dêrazorê, ji bo vegerandina bedewbûna bajêr û gundên girêdayî wê, bê navber dixebite. Bi vê mebestê, şeredariyê îsal gelek proje amade kirine. Ji aliyekî din ve hevserokê şaredariyê destnîşan kir ku ew bi hewcedariya alavên xizmetguzariyê ne.

Kar û xebatên Şaredariya El-Cezratê
Kar û xebatên Şaredariya El-Cezratê
Kar û xebatên Şaredariya El-Cezratê
Kar û xebatên Şaredariya El-Cezratê
Kar û xebatên Şaredariya El-Cezratê
Kar û xebatên Şaredariya El-Cezratê
Kar û xebatên Şaredariya El-Cezratê
Kar û xebatên Şaredariya El-Cezratê
Kar û xebatên Şaredariya El-Cezratê
Kar û xebatên Şaredariya El-Cezratê
Kar û xebatên Şaredariya El-Cezratê
Kar û xebatên Şaredariya El-Cezratê
31 ÇILE, 2019   08:43

FADÎ EL-FARÛQ / DÊRAZOR

Piştî ku Dêrazor ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, bajar kavil bûbû. Şaredariya Gel a El-Cezrat ji destpêka sala borî ve li gel wêranbûn û xirabûna cihên giştî û taybet bi keda xwe ya xweser û bêyî piştgirî, dest bi xebatên xwe kir.

Xebatên fenî

Beşa xebatên fenî ruxsetên avakirina avahiyan dide. Hejmara ruxsetan gihaştiye 160’an. 72 ruxsetên dikanan dane. Her wiha 6 ruxsetên pîşeyî yên firinên El-Cezra, El-Bû Hemîd, Mîlac, El-Şatêî û Qasîbe jî hene.

Beşa xebatên fenî ruxseta 5 aşan li El-Bû Hemîd, Mîlac û Cerwan, 2 stasyonên sotemeniyê, 32 ruxsetên filterên sotemeniyê dane gel. Beşa xebatên keşfa fenî li ser cihê xwedîkirina mirîşkan li herêma Ebû Xeşeb, Cerwan, El-Emo dimeşîne û hewl dide wan bihejmêre.

Beşa Xizmetguzariyê

Şaredariyê gelek xebat meşandine; hejmareke kolanên herêma El-Cezrat (El-Bû Hemîd, Mîlac û El-Şatêî) 9 kolanên sereke û 2 şaxî sererast kirine. Navîna rêya giştî ya El-Cezra û El-Bû Hemîd restore dike. Projeya avakirina sûra geraca şaredariyê dişopîne û çavdêriya stasyona kehrebeyê ya El-Cezrat dike.

Şaredariyê xebatên çandina navîna rêyan bi daran, boyaxkirin, ronîkirina kolanan, avakirina sûra geracê, birêxistinkirina sûka pez, sebze û hemleya reşandina dermanên kurmikan dimeşîne.

Buroya Veguhestinê

Buro xebatên tomarkirina erebeyên veguhestina giştî, dayîna ruxsetan, amadekirina kartên ajokaran û birêxistinkirina wan tîne cih. Her wiha li ser bendên kontrolkirinê, zabîte hene, muxelîfan kontrol dikin û girtekên pêwîst der heqê wan de digirin.

Komîteya Tenduristiyê

Piştî bicihanîna hindek karên îdarî, komîteyê 15 ruxsetên vekirina xwaringeh û goştfiroşan dane. Tevî wê jî bi awayekî asayî ji bo parastina saxlemiya goşt û madeyên xwarinê, karên wan cihan dişopîne.

Beşa zabîte

Beşa xebatên birêxistinkirina karên avakirinê, rakirina avahiyên bêserûber kir. Li gel wê jî alîkariya her du beşên tenduristiyê û zimhêrê di kontrolkirina muxelîfan de dike.

Beşa paqijiyê

Komîteya Xizmetguzariyê alavên pêwîst pêşkêşî beşê kirin. Beşê li gorî plansaziya kar a 6 mehan, sergo bi rêjeya mehane 175 ton rakir û bir cihên wê yên diyar. Bi rêjeya ji sedî 75 ji rûbarên gundên girêdayî şaredariya El-Cezrat paqij kirine.

Girêdayî mijarê endamên rêveber ên Şaredariya Gel destnîşan kir ku dema derfetên pêwîst peyda bûn, wan gelek projeyên pêşeroje amade kirine û dê bînin cih. Jê avakirina sûrên parkan, avakirina deriyê têketina Dêrazor û Reqayê, avakirina navîna rêyek li Cezîra Mîlac, avakirina depoyên avê li El-Cezrat, beyar û amadekirina geracekê ji bo şaredariyê.

Hevserokê Şaredariya Gel a El-Cezrat Hanî Kemal diyar kir ku beriya salekê şaredarî bi hemû beşên xwe hat vekirin û wiha got: “Me kolan vekirin. Hemleyên paqijiyê dest pê kirin û der barê paqijiyê de me şênî agahdar kirin, firin tên şopandin û me yên nû vekirin. Me kehrebe gihand gundewarên Dêrazorê. Me stasyonên ava vexwarinê û avdanê careke din dan xebitandin.”

Kemal destnîşan kir ku Şaredariya Gel bi hewcedariya alavên xizmetguzariyê heye. Di heman demê de pêwîstî bi navendeke rewşên awarte jî heye.

(şx/bm)

ANHA