Dayikên Şêxmeqsûdê li rex zarokên xwe li ber xwe didin

Li rex zarokên xwe yên şervan di eniyên şer de li dijî hovanetirîn êrîşên li ser taxa Şêxmeqsûdê sekinîn, hebûna xwe îsbat kirin û dîroka berxwedana taxê nivîsandin. Piştî rizgarkirinê xwe bi rêxistin kirin û xaka xwe diparêzin.

Dayikên Şêxmeqsûdê li rex zarokên xwe li ber xwe didin
31 ÇILE, 2019   08:03

ROZANA DADO / HELEB

Di berxwedana Şêxmeqsûd de gelek serpêhatiyên berxwedanê rû dan. Di şer û êrîşên de ku çeteyan li hemberî wan dan destpêkirin, wan bi fedakariyeke mezin li ber xwe da. Li taxê şervanên ji ciwanên wê, xeteke parastinê ava kir û şêniyên din rola xwe di birêxistinkirin û piştgiriya wan hêzan de lîst.

Dema ku gule û şehadet li derdora wan dizivirîn, dayikên taxê piştgirî da zarokên xwe yên şervan û li rex wan li ber xwe da.

Jina bi navê Zelûx Hemûd 48 salî ye û dayika 5 zarokan e. Zelûx endameke Komîna Jinan a Şehîd Sewsen e. Kurê wê Îbrahîm Hemo bi nasnav Cîgerxwîn di Berxwedana Serdemê de li navçeya Şera li gundê Ereb Wêranê şehîd bûye. Her wiha dayika 2 şervanên YPG`ê ye; Gîvara Hemo û Siyamend Hemo.

Zelûx yek ji jinên taxa Şêxmeqsûd e ku bi ax û mala xwe ve girêdayî ye. Li hember hovanetirîn êrîşên çeteyan, tevî malbata xwe di taxê de ma û bi erka xwe rabû.

Girêdayî wê Zelûx ev tişt anî ziman: "Di destpêka aloziya Sûriyê de hevserê min pêşniyar kir ku em biçin derveyî Sûriyê, mîna gelek şêniyên Sûriyê. Lê zarên min hizra wî red kir û got ew ê dest ji xaka xwe bernedin û dê wê biparêzin."

Zelûx wiha domand: "Kurê min Siyamend 20 salî ye, ji zikê xwe birîndar bûye. Dema min kurê xwe dît, serê xwe tewandibû û got `Min hêvî nedikir ez ê di vê demê de birîndar bibin, çete li ber derî ne û dê derbas bibin.` Piştî ku rewşa kurê min baş bû, dîsa vedigere eniyan û li rex hevalên xwe şer dike. Têkçûna çeteyan ji bo wî kêliyeke dîrokî bû."

Zelûx destnîşan kir ku ew wek endameke Komîteya Parastinê ya Komîna Jinan bi erka xwe di parastinê de radibû, xwarin amade dikir û tiştên ku jê dihatin xwestin, pêk dianîn.

Piştgiriya jinên taxê ji şervanan re morala wan bilind kir

Jina bi navê Emîne Reşîd a 50 salî, endama rêveber a Komîna Şehîd Binefş e. Dayika 4 xort û keçikekê ye. 3 kurên wê şervan in; Ciwan, Ebdo û Rêzan Şêx Hemo. Her sê jî di eniyên şer de cihên xwe girtine û taxa xwe parastine.

Emîne piştgiriya zarên xwe kir. Li hember hewanên bêserûber ên çeteyan li ber xwe da û tê koşiyaye. Emîne tekez kir ku piştgiriya jinên taxê ji şervanan re di eniyan de, morala wan heya radeyeke mezin bilind kir.

Emîne gotinên xwe wiha berdewam kir. “Tevahiya şervanan zarokên me bûn. Me gelek caran serdana wan dikir. Pêwistiyên wan ên xwarin û vexwarinê peyda dikirin. Bi rêya avakirina atomsfereke bicoş di eniyan de dûrî tirs û xofa ku çeteyan hewl dida di dilên wan de biçînin, diafirandin.”

Di dawiyê de dayika Emîne destnîşan kir ku ew di dema şer de di nav komînê de xwe birêxistin kiribûn û tiştên ji wan dihatin xwestin, pêk dianîn û wiha got: "Heya nefesa dawî û heya ku em bighêjin welatek azad, em ê şopdarên şehîdan bin."

(şx/bm)

ANHA