`Herêmên me ewle ne, Tirkiye ji bo dagirkirinê li hincetan digere`

Koçbera bi navê Yasmîn Mihemed diyar kir ku Tirkiye dewleteke dagirker e û bi rêya çeteyan beşek ji xaka Sûriyê dagir kiriye û hîn jî dike. Yasmîn destnîşan kir ku ew li Minbicê di nav ewlehiyê de ne û bajar ji hêla ciwanên wê ve tê parastin.

`Herêmên me ewle ne, Tirkiye ji bo dagirkirinê li hincetan digere`
`Herêmên me ewle ne, Tirkiye ji bo dagirkirinê li hincetan digere`
`Herêmên me ewle ne, Tirkiye ji bo dagirkirinê li hincetan digere`
31 ÇILE, 2019   07:47

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Yasmîn Mihemed 28 salî ye û dayika 5 zarokan e. Malbata wê ji herêma Meskene ye. Meskene di bin serweriya hêzên rêjîma Sûriyê de ye. Malbata Yasmîn jî mîna gelek malbatên Sûriyê koçber bû. Yasmîn niha bi malbata xwe re li Minbicê dimîne. Tevî ku zarokekî wê astengdar e, niha li malekê ku nehatiye temamkirin, li Minbicê dimîne.

Malbata Yasmîn li warên xwe di nav ewlehiyê de bûn, lê piştî ku çeteyên DAIŞ`ê herêma wan dagir dikin, jiyana wan veguherî dojehê. Bi taybet piştî şerên di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê de. Di encamê de binesaziya herêma wan wêran bû. Tirs, xof û tevlihevî di nav şêniyan de belav bû û piraniya malên şêniyan wêran bûn, ji ber wê şênî nikarin vegerin.

Di rêwîtiya lêgerîna ewlehiyê de malbata Yasmîn Mihemed berê xwe da bajarê Minbicê ku ji hêla Meclisa Minbicê ya Leşkerî û QSD`ê ve rizgar bûye û lê bi cih bûn. Lê di van demên dawîn de Tirkiye gefa êrîşan li dijî herêmê dixwe, ji ber wê malbat ji dagirkirin û pêkanîna komkujiya mîna ku li herêmên wan pêk hatiye, ditirsin.

Yasmîn Mihemed binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê bi bîr xistin û wiha got: “Wê demê jin di nava tirs û xofê de bûn. Bi taybet jin rastî van binpêkirinan dihatin. Jinan nedikarî di nava zeviyên xwe de bixebitin.”

Hevjînê Yasmîn nîvastengdar e. Ji ber ku beriya koçber bibin qezaya trafîkê derbas kiribû û hestiyê pişta hevjînê wê şikestiye. Xwe tedawî kir, lê pişta wî baş nebûye. Niha jî nikare ji ber êşa pişta xwe kar bike.

Yasmîn diyar kir ku wan ji ber ewlehiya Minbicê berê xwe da bajêr û wiha pê de çû: “Em li rexmî şert û mercên jiyanê yên dijwar jî dîsa keyfxweş in. Hevjînê minli qada Um El-Cilûd kar dike, destheqekî kêm distîne, em nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane bi taybet derman û şîrê zarokê min ê astengdar peyda bikin. Lê em bi ewlehiya bajêr kêfxweş in.”

Yasmîn destnîşan kir ku warê wan di encama topbaran rêjîmê de wêran bû, mal û milkên wan hatin talankirin û pereyên vegerê jî bi wan re tune ne, nikarin vegerin cihê xwe. Yasmîn wiha domand: "Ev salek û 7 meh e em li Minbicê ne. Em di maleke ku hîn di rewşa înşaatê de ye, dimînin. Ewlehiya herêmê li kêfa hindek aliyan neçû, ji ber wê hewl didin wê ewlehiyê bihejînin mîna dewleta Tirk."

Koçbera bi navê Yasmîn Mihemed dewleta Tirk bi dewleta dagirker wesifand û wiha pê de çû: "Tirkiyê beşeke mezin ji xaka Sûriyê bi rêya çeteyên xwe dagir kiriye. Her tim radigihîne wê derbasî Minbicê bibe cihê ewlehî û aramiyê. Tu hinceta Tirkiyê ji bo derbasbûnê tune ye. Ji ber ku herêm bi saya ciwanên wê aram e."

Di dawiyê de Yasmîn Mihemed wiha got: "Êdî bes e koçberî û penaberî ji herêmekê ber bi herêmeke din ve. Welatê me bûye qada şeran, parçe bûye û şêniyên wê di encama mudaxeleyên dewletên derve de, di serî de Tirkiye, koçber bûne."

(şx/bm)

ANHA