Li ser berxwedana Efrînê straneke nû

Hunermend Ciwan Hesen li ser berxwedana Efrînê û vegera wê stranek bi navê "Lo lo welato" amade kir.

Li ser berxwedana Efrînê straneke nû
Li ser berxwedana Efrînê straneke nû
31 ÇILE, 2019   07:52

CAFER CAFO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Stran ji aliyê hunermend Ciwan Hesen û derhêner û endamê Komîna Rojava ya fîlman Mihyedîn Arsalan ve beriya 2 mehan tê amadekirin.

Gotinên stranê der barê welatiyekî ji Efrînê de ne ku ji warê xwe derketiye, li hêviya vegera li Efrînê ye û derxistina dagirkeran ji xaka wan e. Her wiha stran behsa hêviya vegera li Efrînê dike.

Duh stran li Kampa Serdem hate qeydkirin. Tê payîn ku stran di demeke kurt de were belavkirin.

(bx)

ANHA